Salih Muslim: Gelê Kurd li pişt me ye
Salih Muslim: Gelê Kurd li pişt me ye
Salih Muslim: Gelê Kurd li pişt me ye
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim di civîna gel a li bajare Qamişloyê hate lidarxistin de bal kişand ser ked û fedekariya gelê Kurd a di şoreşa li Rojava de û got, "Em destketiyên bê rûmet dikin qurbana dilopek xwîna şehîdan."
Bi beşdariya bi sedan kesan, îro li salona Rewabî ya li taxa Hilêliye ya Qamişloyê civîneke gel hat lidarxistin û Hevserokê PYD'ê Salih Muslim ji beşdaran re rewşa dawî nirxand. Muslim bi gotina 'Bêgûman zirûfên em tê de dijîn nehêsan e. Em dikarin bê her tişt bimînin, lê em nikarin bê şeref û namûs bimînin. Dolar û destketiyên bêrûmet emê bi qurbana dilopek xwîna şehîdan bikin’ dest bi axaftina xwe kir.
Salih Muslim derbarê pevajoyê heyî de, gel agahdar kir. Muslim herî zêde li ser rêveberiya demî ya herêmê, Civîna Cenevre-2 û xebatên partiya xwe yên dîplomasi agahiyên berfireh da û pirsên gel bersivan.
Ji bo rêveberiya herêmî ya demî Muslim wiha axivî: 'Weke her gelî mafê me yê em xwe birêvebibin heye. Di stratejiya me de perçekirin nîne. Biratiya gelan û demokrasiya xwezayî bingehê felsefa me ye.' Muslim gotinên xwe bi vî rengî domand: ‘‘Heta niha me yek fîşek li derveyî axên xwe navetiye. Em xwedî ezmûnin û emê hemû biryarên der barê Rojava de bi gelê xwe re bigirin.’’
Der heqê civîna Cenevre-2 de Salih Muslim ev agahî dan: ‘‘Cenevreya yekemîn encamên dixwest dernexist holê. Di ya duyemîn de ve hêzên Suriyê diyar bibin. Emê weke Desteya Bilind tevlê bibin.’’
Li ser şehadeta Şervan Muslum de Muslim ev tişt got: ‘‘Şervan ne tenê şehîdê me ye, wî bi şeref û namûs parastina gelê xwe kir. Bi vê yekê bû şehîdê gelê xwe.’’
Li ser vê yekê girseya gel bi çepik û dirûşmeyan gotinên Muslim birî. Piştî civîn bi dawî bû girseya gel sersaxî ji malbata Muslim re xwest.