Salih Muslim li Qamişlo sersaxî qebûl kirin
Salih Muslim li Qamişlo sersaxî qebûl kirin
Salih Muslim li Qamişlo sersaxî qebûl kirin
Ji bo kurê Hevserokê PYD’ê Salih Muslim Şervan Muslim ku li Til Ebyadê di şerê bi çeteyan re de jiyana xwe jidest dabû, li avahiya PYD’ê ya bajarê Qamişlo sersaxî tên qebûlkirin.
Di ziyaretên ku nûnerên gelek partî û rêxsitinan , her wiha bi sedan kes tevlî bûn de, Salih Muslim sersaxî qebûl kirin. Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ku dema kurê wî endamê YPG’ê Şervan Muslim jiyana xwe jidest dayî li derveyî welat bû, duh hat bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê. Muslim piştî civîna gel a ku di saetên serê sibehê de lidar xist, piştî nîvro jî li avahiya PYD’ê ya Qamişlo sersaxî qebûl kirin.
Piştî ku Muslim derbasî avahiya PYD’ê bû, endamên Partiya Yekîtiya Suryanî, Rêxistina Asurî ya Demokratîk, Kordînasyona Veguhertina Demokratîk (Heyet El Tensîq), Partiya Kombûna Kurdî li Suriyê, Komîteya Parastina Suryaniyan, Kombûna Ciwanên Suriyeya Niştimanî, Encumenî Niştimanî Kurd li Suriyê (ENSK), saziyên civakî yên sivîl, saziyên mafên mirovan hatin avahiya partiyê û sersaxî xwestin.
Her wiha ji bajarên Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê jî bi sedan welatî hatin avahiya PYD’ê û ji Muslim re sersaxî xwestin.
Di ziyareta ku wêneyên Şervan Muslim hatin daliqandin û bênavber slogana “Şehîd namirin” hate berzkirin de Hevserokê PYD’ê Salih Muslim sersaxî qebûl kirin.
Di sersaxiyê de her wiha gelek axaftin hatin kirin û li ser şoreşa Rojava û fedakariya hatiye nîşandan hate rawestîn.