Şanda MGRK’ê bi Konsolosê Birîtanî re civiya

Şanda MGRK’ê bi Konsolosê Birîtanî re civiya

 Heyeta Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) ku li bajarê Hewlêrê bi Encumenî Niştimanî Kurd li Suriyê (ENKS) re hevdîtinan pêk tîne, bi Konsolosê Birîtanî yê Hewlêrê Hugh Evans û cîgirê wî John Mitchell re hevdîtinek pêk anî.

Li gorî agahiyên hatine girtin, di hevdîtinê de li ser rewşa dawî ya Rojava û projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ku niha xebatên wê didomin, danustendin hatin kirin.

Hate ragihandin ku endamên şandeya MGRK’ê di hevdîtinê de li ser projeya rêveberiya xweser agahiyên berfireh dane û gotine ku di projeye de hemû pêkhateyên herêmê cîh digirin, ENKS’ê jî erê kiriye, lê di saetên dawî de xwe vekişandiye.

Hate gotin ku Konsolosê Birîtanî pêşniyar kiriye Kurd di nava Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyê de tevlî civîna Cenevere bibin, lê şandeya MGRK’ê jî helwesta xwe ya derbarê vê mijarê de dubare kiriye û diyar kiriye ku divê Kurd bi yek şandê û bi navê Desteya Bilind a Kurd tevlî civînê bibin.

Li gorî agahiyan Konsolosê Birîtanî destnîşan kiriye ku Hikûmeta wan amade ye ku di dema pêş de alîkariya Rojavayê Kurdistanê bike. Di hevdîtinê de herdu aliyan xwestin ku ev hevdîtin bibin rûpelekî nû di navbera gelê Kurd ê Rojava û Hikûmeta Birîtanyayê de.