Şanda PEN’a Kurdî serdana Rojava kir
Şanda PEN’a Kurdî serdana Rojava kir
Şanda PEN’a Kurdî serdana Rojava kir
Şanda ji PEN’a Kurdî, ji serokê PEN’a Kurd Şêxmûs Sefer, cigira serokê PEN’ê Bêrîvan Doskî, endamê PEN û edîtorê kovara W Omer Fîdan pêk dihat serdana Rojavayê Kurdistan kir. Şande wê sibê li Navenda Ciwanan di demjimêr 10.00’an de civînekî danasîna PEN’a Kurdî pêk bîne.
Bi armanca piştgiriya Rojavayê Kurdistan û danasîna PEN’a Kurd, şandek ji serokê PEN’a Kurd Şêxmûs Sefer, cigira serokê PEN’ê Bêrîvan Doskî, endamê PEN û edîtorê kovara W Omer Fîdan pêk dihat serdana Rojavaya Kurdistan kir. Şande ji aliyê Serokê Ragihandina Azad Kemal Mihemed, seroka Meclîsa Gel a Qamişlo Remziya Mihemed, nûnerê PEN’ê ê Rojavayê Kurdistanê Kone Reş, berpirsê têkiliyan a Yekîtiya Star Nûjîn Yusif û gelek nivîskar û rojnamevan hatin pişwazîkirin.
Şande gera xwe ya Rojavayê Kurdistanê bi serdana gora hunermendê navdar Mihemed Şêxo ya li goristana Helîliyê ya kevn despêkirin. Şande li vir qeftek gul danî ser gorê, li ser jiyana têkoşer û hunermendê Kurd axaftin hatin kirin.
Şanda ji serokê PEN’a Kurd ku beşek ji PEN’a navnetewiye gera xwe li goristana Şehîd Delîl Sarûxan kirin. Serokê PEN’ê li vir axaftinek kir û da zanîn, ger nivîskarên Kurd romana van kesên ji bo azadiya gelê Kurd jiyana xwe feda dikin, bi hata nivîsandin, dê îro gelê Kurd azadtir biba.
Şande piştî serdana goristanê serdana gora nivîskar, helbestvanên navdar û nemir yê Kurd Cîgerxwîn kirin û li vir li ser jiyana axaftin kirin. Di axaftinan de balkişandin ser keda Cîgerxwîn ya zimanê Kurdî û helbesta kurdî.
Şande serdana Navenda Saziya Zimanê Kurdî ya Rojavaya Kurdistanê kir. Li vir şande li ser xebatên zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê agahî ji rayadarên şandê girtin. Li vir cigira serokê PEN’ê Bêrîvan Doskî destnîşan kir ku, li Rojavayê Kurdistan şoreşek ziman heye.
Şande serdana Navenda Peywendiya Dîplomatîk a Rojavayê Kurdistanê kir û li ser xebatên Rêveberiya Demî û rewşa Rojavayê Kurdistanê agahî girtin.
Hate zanîn, dê şande biçe serdana Navenda Yekîtiya Star, birîndarên di şerên li dijî komên çeteyan yên li nexweşxaneya Wetanî a Qamişlo, Ragihandina Azad ya Rojavayê Kurdistanê, Rojnameya Ronahî, Studyo ya Ronahî TV, Goristana Şehîd Rûstem Cûdî ya gundê Berkeviri bikin.
Şande wê sibê li Navenda Ciwanan di demjimêr 10.00’an civînekî danasîna PEN’a Kurdî pêk bîne, endam kirina nivîskarên Kurd li Rojavayê Kurdistanê, nûnertiya PEN’a Kurd li Rojavaya Kurdistanê çêbike.