Şandeya BDP’ê ji bo hevdîtina bi Hevserokên KCK’ê re çûn Qendîl
Şandeya BDP’ê ji bo hevdîtina bi Hevserokên KCK’ê re çûn Qendîl
Şandeya BDP’ê ji bo hevdîtina bi Hevserokên KCK’ê re çûn Qendîl
Şandeya BDP’ê ku li Başûrê Kurdistanê gelek hevdîtin pêk anîn îro di saetên siharê de ji bo bi Hevserokên Desteya Rêveber a KCK’ê re hevdîtin pêk bînin çûn Qendîlê.
Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) hevdîtinên xwe yên li Başûrê Kurdistanê berdewam dike.
Hevserokê Giştî yê BDP’ê Salahattîn Demirtaş, Parlementerên BDP’ê Nazmî Gûr û Mûlkiye Bîrtane ku li gel hevsera Celal Talabanî Hero Talabanî û endamê biroya polîtik a YNK’ê Mele Baxtiyar re hevdîtin pêk anîn şûnde çûne Helepce.
Şandê piştî hevdîtinên xwe yên vir derbazî Qendîlê bûn.
Şande wê di hevdîtina xwe a bi Hevserokên Desteya Rêveber a KCK’ê re pêk bîne diyar kirin ku wê li ser pêvajoya çareseriyê li gel operasyonên nelêrêtî û rûşvetê li Tirkiyê hevdîtin pêk bînin.