Şandeya KCD-BDP bi balafira taybet hate Amedê

Şandeya KCD-BDP bi balafira taybet hate Amedê

Şandeya KCD-BDP’ê ya ku ji bo nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigîne rêveberiya KCK’ê hate Başûrê Kurdistanê piştî hevdîtinên bi rayedar û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê re bi balafireke taybet vegeriya Amedê.

Şandeya KCD’ê ya ji Hevserokên Giştî yên KCD’ê Aysel Tûglûk û Ahmet Turk, Parlementerê BDP’ê yê Amedê Altan Tan pêk dihat piştî serdanên Hewlêrê bi balafireke taybet ku ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hate amadekirin vegeriya Amedê.