Şandeya KCD-BDP’ê ji bo nameya Ocalan li Silêmaniyê ne
Şandeya KCD-BDP’ê ji bo nameya Ocalan li Silêmaniyê ne
Şandeya KCD-BDP’ê ji bo nameya Ocalan li Silêmaniyê ne
Şandeya KCD û BDP’ê ya ku ji hevserokên KCD’ê Aysel Tûglûk û Ahmet Turk, hevserokên BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, Parlementerê BDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder pêk tê, ji bo nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihînin Qendîlê gihişt Silêmaniyê û ji aliyê rayedarên YNK’ê ve hatin pêşwazîkirin.
Şandeya BDP’ê ku piştî serdana Îmraliyê kir û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sê name nivîsandin, şevê yek ji wan nameyan ya ji bo bihînin Qendîlê, hatin Başûrê Kurdistanê. Tê payin ku îro şandeya KCD-BDP’ê nameyan li Qendîlê radestê rayedarên PKK’ê bike.
Şandeya KCD-BDP ya ji hevserokên KCD’ê Aysel Tûglûk û Ahmet Turk, hevserokên BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, Parlementerê BDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder pêk tê, li Silêmaniyê ji aliyê endamên Polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar û Hêro Îbrahîm Ehmed ve hatin pêşwazîkirin. Tê payin ku şande biçe Qendîlê û nameyê radestê rayedarên KCK’ê bike.