Şandeya KCD’ê bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anî

Şandeya KCD’ê bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anî

Şandeya KCD’ê ku serdanên xwe li Başûrê Kurdistanê didomînin, bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anî.

Şandeya ku ji Hevserokên Giştî yên KCD’ê Aysel Tûglûk û Ahmet Turk û Parlementerê BDP’ê yê Amedê pêk dihat, li mala Nêçîrvan Barzanî ya li Selehedînê hevdîtinek pêk anîn. Piştî hevdîtina ji çapemeniyê re girtî, Nêçîrvan Barzanî û Ahmet Turk daxuyanî dan çapemeniyê.  Turk bi bîr xist ku ev çend roj in li Başûrê Kurdistanê hevdîtinan pêk tînin û bal kişand ser girîngiya piştgiriya partiyên siyasî yên Kurd.

Ahmet Turk got. “Lê bi awayeke yek alî aşitî nabe” û wiha domand: “Helbet gelê me carna bi fikar nêzîkê pêvajoyê dibe. Ji bo projeyên ku divê bên aşkerekirin û dê çi bê kirin, gelê me di nava bendewariyê de ye. “

Ahmet Turk da zanîn ku pêvajo bi awayeke yek alî pêş nakeve û xwest her du alî pêngavan biavêjin.  Turk diyar kir ku li aliyekê ji bo aşitiyê hevdîtin tên kirin û li aliyeke din jî Qendîl tê bombebaran kirin û got: “Ev yek jî zererê dide baweriya ji bo çareseriyê.”

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî diyar kir ku ew pêvajoya hevdîtinan a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatiye desptêkirin destek dikin û got ku rola ku bikeve ser milê wan ew ê pêk bînin.