Şandeya mafên mirova a Rojava KCD ziyaret kir

Şandeya mafên mirova a Rojava KCD ziyaret kir

Şandeya ji Rojava hatî û di nav de Dilxwîn Ramadan Fîrousha, Xuhanav Ehmed Mihemed, Nûnerê Mafên Mirovan a Rojava Xelad Omer Seyfeddîn, Abdulbakî Ehmed Mihemed, Abdulmacît A.Kerim M.Elî hey,n KCD ziyaret kir.

Şande ji aliyê Endamê Dîwana Serokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)  Edîp Yaşar û Endamê Meclîsa Timî Hasan Yagiz ve hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê ji nûnerên Mafên Mirovan a Rojava Xuhanav Ehmed Mehemed axivî û destnîşan kirin ku li Rojavayê Kurdistanê îro gelê Kurdistanê herî bi hêvî, bi biryar û bi hêz e. Mihemed diyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê sistemeke nû pêk hatiye û got: “Me modela xwe saz kiriye û em pêk tînîn. Li Rojava ev pêşketin bi pêşgengiya jinê bi pêş ket. Bi saya Têkoşîna Rizgariya Gelê Kurd êdî jina Kurd li her daqê jiyanê bi awayekî aktîf rol digrin.”

Endamê Dîwana Serokatiyê ya KCD’e Edîp Yaşar jî da xuyakirin ku berxwedana gelê Kurd dîrok nivîsiye û wiha dom kir; " Bi çirûksa azadiyê re li  Rojava  demeke nû destpêkir û çîrûska nû êdî bûye meşaleyek.”

Yaşar anî ziman ku berdêlên hatine dayîn û têkoşîna gelê Kurd wê pêşeroja têkoşîna azadiyê ronî bike.

Yaşar ragihand ku li Rojavayê Kurdistanê modeleke nû pêk hatiye û got: “ Ev model ji bo hemû gelê Rojhilata Navîn modeleke mînake û wê gelê Kurd bi xwe modela xwe bi rêve bibe.”

Endamê Meclîsa Timî ya KCD’ê Hasan Yagiz jî got:” Em gelê Rojava silav dikin, bi têkoşîna gelê Rojava re rojên xweş li benda gelê Kurd e.”