Şandeya PYD’ê çû Bakurê Kurdistanê

Şandeya PYD’ê çû Bakurê Kurdistanê

Şandeya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku hevseroka PYD’ê Asya Abdulah di nav de îro li ser vexwendina Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) çû Bakurê Kurdistanê

Şandeya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku ji Hevseroka PYD Asya Abdulah, endamê Partiyê Dr. Ciwan Mistefa, Serokê Meclîsa Gel a Tirbespiyê Nûredîn Şakir û endama Komîteya Dîplomasî Xedîce li ser vexwendina Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) îro saet di 16.00’an de ji Deriyê sînor ê Dirbêsiyê derbasî Bakurê Kurdistanê bûn. Hate zanîn ku şandeya PYD’ê wê sibe tevlî meşa ku dê bi munasebeta Roja Aştiya Cîhanê li Amedê bê lidar xistin, bibin.

Hevseroka PYD’ê Asya Abdulah da zanîn ku wan li ser vexwendina BDP’ê berê xwe dane Bakuê Kurdista