Şaredar Gokkan ji bo rawestandina makîneyan ket devera mayînkirî

Şaredar Gokkan ji bo rawestandina makîneyan ket devera mayînkirî

Hevserokê Rêxistina Mêrdînê yê BDP'ê Reşat Kaymaz û Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan dîwarê şermê yê di navbera Nisêbîn û Qamişlo de tê avakirin şermezar kirin û ketin nav erdê mayinkîrî. Makîneyên kar rawestandin. Kaymaz diyar kir ku, eger avakirina dîwar dewam bike wê helwestên xwe tundtir bikin û hişyariya "Ji mirineke ku rû bide hikûmeta AKP'ê û Serokwezîr berpirsiyar e."

Bi armanca protestokirina dîwarê şermê yê tê xwestin di navbera navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê û bajarê Qamişlo yê Rojava de bê avakirin, li ser sînor daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Hevserokê Rêxistina Mêrdînê ya BDP'ê Reşat Kaymaz, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, Serokê Rêxistina Nisêbînê ya BDP'ê Abdulbarî Eren û rêveberê navçeyê yên BDP'ê beşdarî daxuyaniyê bûn.

DÎWARÊ ŞERMÊ

Li ser navê komê Hevserokê Rêxistina Mêrdînê ya BDP'ê Reşat Kaymaz, dîwarê ku li ser sînor tê lêkirin wek "Dîwarê şermê" terîf kir. Kaymaz diyar kir ku, bi peymanên navneteweyî yên berî niha bi sedsalî hatine mohrkirin welatê kurdan hatiye parçekirin û li şûna sînor bên rakirin, îro di navbera kurdan de dîwarên şermê tên avakirin. Kaymaz da xuyakirin ku, bi tu awayî wê destûr nedin çêkirina dîwar.

‘EM DÊ HELWESTA XWE TUNDTIR BIKIN’

Kaymaz anî ziman ku di demeke li cîhanê sînor tên rakirin tê xwestin di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de dîwar bên lêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dibêjin ku bi armanca ewlekariyê çêdikin. Ev ne bi armanca ewlekariyê ye, armanc siyasî ye. Ev dîwar bê Erdogan nayê çêkirin. Ji ber ku ji yekîtiya kurdên Rojava û yên ditirsin ev dîwar tê çêkirin. Eger me bigirin û qetil bikin jî em destûr nadin avakirina dîwar. Eger lêkirina dîwar dewam bike wê helwestên xwe tundtir bikin û hişyariya "Ji mirineke ku rû bide hikûmeta AKP'ê û Serokwezîr berpirsiyar e."

‘JI BO RAWESTANDINA MAKÎNEYAN KETIN NAV DEVERA MAYÎNKIRÎ’

Kom piştî axaftinan hat ber xeta sînor û bi awayekî sembolîk kevir avêtin cihê dîwar tê lêkirin. Paşê koma ku hewl da biçin cem makînayên kar û cihê hatiye kolandin lêkolîn bikin ji aliyê leşkeran ve bi sedema "Devera leşkerî û mayinkirî" ye hatin astengkirin. Li ser vê yekê Hevserokê Rêxistina Mêrdînê yê BDP'ê Reşat Kaymaz û Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan ketin nav erdê mayinkİrî û makîneyên kar rawestandin û makîne ji cihê kolandinê dûr xistin. Lewma gelek leşker û polîs hatin teqwiyekirin.

POLÎSAN GEF XWARIN…

Di maşîneya leşkerî de bênavber anonsên, "Gelê Nisêbînê vir herêma qedexekirî ye. Demildest ji vir biçin û wêneyan nekişînin" hatin kirin." Li aliyê jor ê sînor jî ji maşîneyan polîsan anonsa, "Hûn hemû niha tên qeydkirin, em we hemûyan tesbît dikin. Vekişin" bala mirovan kişand.

Kaymaz û Gokkan ku bi qasî nîv demjimêrê ligel makîneyên kar man, paşê vegeriyan. Kaymaz piştî vegeriya daxuyaniyeke kurt da û diyar kir ku, midûrê polîsan jêre gotiye Tirkiye dewleteke hiqûqê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Ev hiqûq ji bo hin kesan derbas dibe. Tevî ku weke me rêveberê gelemperiyê ye xwest gefan li me bixwe."