Şaredar sere sibê serbest hatin berdan

Şaredar sere sibê serbest hatin berdan

Şaredarên Kurd ên ku ji doza “KCK’ê” ji bo wan biryara tehliyekirinê hate dayin, serê sibê serbest hatin berdan.

Di rûniştina doza 108 jê girtî 175 siyasetmedarên kurd ên di bin navê doza KCK'ê de tên darizandin a li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê de heyeta dadgehê piştî parastina parêzeran biryara xwe ya têkildarî esasê de aşkera kir.

Piştî parastina parêzeran heyeta dadgehê ji bo biryarê bide navber da rûniştinê. Heyeta dadgehê seat di 02.00'an de biryara xwe aşkera kir. Heyeta dadgehê biryara tahliyeya Firat Anli, Takîbe Turgay, Fadîle Bayram, Ahmet Ertak, Huseyîn Kalkan, Kazim Kurt, Ferhan Turk, Hasan Oner, Aslan Ozdemîr û Abdullah Akengîn da û rûniştin taloqî 6'ê gulanê hate kirin.