Şaredarê Çelê Kanar ji peywirê hate girtin
Şaredarê Çelê Kanar ji peywirê hate girtin
Şaredarê Çelê Kanar ji peywirê hate girtin
Şaredarê navçeya Çelê yê Colemêrgê Mehmet Kanar ê BDP'yî ji aliyê Wezareta Navxweyî ya Tirk ve ji peywirê hate girtin.
Şaredarê navçeya Çelê yê Colemêrgê yê BDP'yî Mehmet Kanar ji aliyê Wezareta Navxweyî ya Tirk ve ji peywirê hate girtin. Kanar di hilbijartina 2009'an de li navçeya Çelê hatibû hilbijartin.
Kanar ji ber axaftinekê bi îdîaya "Bi zanebûn û daxwaz alîkariya rêxistinê kir" li 3'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hatibû darizandin û 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê girtibû.
Kanar ji 3'yemîn Paketa Dadê ya par hate çêkirin fêde girt û ji aliyê 3'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê ve cezayê wî daxiste 3 sal, mehek û 15 rojan. Kanar, diyar kir ku peywir girtin li gorî zagonan nîn e.
Wezareta Navxweyî ya Tirk biryara ji peywirê girtin ji Mehmet Kanar re şand ragihand. Endamên Meclîsa Şaredariya Çelê dê sibê ji bo şaredarê nû hilbijirin dê kombibin.