Şaredarê Îdirê yê BDP'î ji peywirê hat girtin

Şaredarê Îdirê yê BDP'î ji peywirê hat girtin

Bi biryara Daîreya 8. a Dadgeha Şêwirmendiyê re, Şaredarê Îdirê Mehmet Nûrî Guneş ku di çorçoveya doza 'KCK'ê de girtiye ji peywirê hat girtin. 

Şaredarê Îdirê yê BDP'yî, ku di çarçoveya doza 'KCK'ê de yek ji bijarteyên Kurd ên tên darizandin e, bi biryara Daîreya 8. a Dadgeha Şêwirmendiyê ji peywirê hat girtin. Wekîlê Şaredarê Îdirê Huseyîn Malk, diyar kir ku ji aliyê walîtiya Îdirê ve daxwazname ji wan re hatiye şandin û wiha got: "Mehmet Nurî Guneş di encama hilbijartinên herêmî yên di sala 2009'an de wekî şaredar hat hilbijartin û di 21'ê Çileya 2010'an de di encama operasyonên siyasî de hat binçavkirin. Di 24'ê Çileya 2010'an de hat girtin û şandin Girtîgeha Erziromê. Herî dawî bi biryara Daîreya 8. a Dadgeha Şêwirmendiyê ya 2'ê Cotmeha 2013'an de ji peywirê hat girtin. Nivîsa ku ji aliyê walîtiya Îdirê ya 3 Cotmeh 2013, gihîşte destê me. Piştî nivîsê me jî bang li meclisa şaredariyê kir ku di 11'ê Cotmeha 2013'an de civîneke awarte li dar bixin. Em ê di 11'ê Cotmeha 2013'an, saet di 10:00'an de di encama hilbijartinê de şaredarê xwe yê nû hilbijêrin."

Bi îdiaya Guneş 'endamê rêxistinê ye', 'li ser navê rêxistinê gef xwariye', cezayê 8 sal û 9 meh lê hatibû birîn.