Şaredarê Pîranê serbest hate berdan

Şaredarê Pîranê serbest hate berdan

Li Pîranê di rûniştina doza derbarê 27 kesan de hatî vekirin de, di nav de Şaredarê Pîranê Mustefa Uyguner û Serokê BDP’a Pîranê Nasir Sert jî heyî 4 kes serbest hatin berdan.

Li navçeya Pîran ya Amedê doza ku di derbarê 27 kesan de bi îdîaya ku “li rexmî ne endamên rêxistinê ne lê li ser navê rêxistinê çalakî kirine” û “li dijî zagona Meş, Xwepêşandan û Civînan ya hêjmar 2911 muxalefet kirine” piştî 10 mehan nû derketin beramberî dadgehê. Di rûniştina yekem ya dozê ku li 9’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê pêkhat, Şaredarê Pîranê Mustefa Uyguner, Serokê BDP’a Pîranê Nasir Sert, Şefîk Bîrkan, Fevziye Arikan û Mehmet Akgunduz û parêzer tevlîbûn.

Di rûniştinê de parêzer Zulfu Dundar axivî û da diyarkirin ku, daxuyaniyên çapemeniyê, serdanên goristanan û sûcdarkirinên bi vî awayî li gorî rêziknameya partiyê tên kirin û got: “Erkê partiyek muxalefet ji xwe muxalefet kirine.”

Piştî parastina Dundar heyeta dadgehê biryar da ku Şaredarê Pîranê Mustefa Uyguner, Serokê BDP’a Pîranê Nasir Sert, Şefîk Bîrkan û Fevziye Arikan serbest bên berdan û biryar da ku Mehmet Akgunduz girtî bêdarezandin. Her wiha doz ji bo rojek din hate taloqkirin.