Şaredarê Pîranê yê berê bi girseyî hate pêşwazîkirin
Şaredarê Pîranê yê berê bi girseyî hate pêşwazîkirin
Şaredarê Pîranê yê berê bi girseyî hate pêşwazîkirin
Şaredarê Pîranê yê berê Abdullah Akengîn ku ji doza KCK'ê li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê dihat darizandin piştî duh serbest hat berdan, îro li navçeya Pîranê bi girseyî hat pêşwazîkirin.
Şaredarê Pîrana Amedê Abdullah Akengîn ji doza KCK'ê nêzî 4 salin girtî tê darizandin. Duh di rûniştina li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê serbest hat berdan. Şaredarê DTP'yî yê Pîranê yê berê Abdullah Akengin, piştî serbest hat berdan ji aliyê karwanekî mezin ve hat pêşwazîkirin û bi karwanê derbazî Pîranê bû.
Piştî karwan çû pîranê li Qada Navenda Pîranê esnaf û welatî kom bûn û bi girseyî Akengin pêşwazî kirin. Akengîn anî ziman ku, 4 salan bi hincetek vala hatin girtin û kurdan ji bo daxwazên xwe yên aştiyê bedelên giran da û wiha got: "Kesên ku aştî nexwestin û nexwestin pirsgirêka Kurd bi riya siyaset û demokrasiyê pêş bikeve em avêtin hundir. Lê ji ber ku daxwazên wan pêk nehatin niha em serbest berdan. Êdî fam kirin ku bi girtinê nikarin me têk bibin. Pir girînge ku dewlet li Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re dikeve diyalogê. Bar û berpirsyariya me bi vê pêvajoyê hîn zêdetir bûye û em dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Kar û berpirsyariya têkeve ser milê me, em dê bi awayeki herî baş pêk bînin."