Şaredarê Qoserê bi girseyî hate pêşwazîkirin

Şaredarê Qoserê bi girseyî hate pêşwazîkirin

Şaredarê Qoserê Ferhan Turk ê ku nêzî 3 sal in ji doza “KCK'ê” ya sereke girtîbû serê sibê ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê serbest hat berdan. Turk li Qoserê ji aliyê hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin.
Şaredarê Qoserê Ferhan Turk ê ku di doza "KCK'ê" ya sereke de dihate darizandin û serê sibê serbest hat berdan li Qoserê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Serê sibê bi hezaran kesên li Qda Azadiyê kombûn bi dahol û zorunayan govend gerandin.

Turk, serê sibê seat di 10.00'an de gihişte Qoserê û bi slogana "Kurdistan bi te serbilind e" hate pêşwazîkirin. Turk di merasîma pêşwazîkirinê de axaftinek kir û ji hemû kesî re spasiyên xwe kirin. Pişt re Turk û bi hezaran kesên li Qada Azadiyê hatin cem hev ber bi avahiya Şaredariya Qoserê ve dest bi meşê kirin. Girseya ber bi Kolana Kîlîseyê ve dest bi meşê kirin sloganên "Bijî Serok Apo", "Ciwan cangoriyên Apo ne" û "Bê Serok jiyan nabe" qîriyan.
Di dema meşê de kesên Turk pêşwazî kirin 2 qat zêde bû. Girseya zêdehî 10 hezaran bi sloganan heta ber avahiya Şaredariya Qoserê meşiya. Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Mêrdînê Reşat Kaymaz li vir axaftinek kir û diyar kir ku ji sala 2009'an heta niha gelê Qoserê bi çalakiyên pençşema reş li ser piyan bû û 2 roj berê posterê Turk ji aliyê polîsan ve ji avahiya Şaredariya Qoserê ve anîn xwarê. Kaymaz, anî ziman ku poster bi îdîaya dê ji AKP'iyan re provokasyonê pêk bîne hate rakirin lê gelê Qoserê çawa îro xwedî li vîna xwe derket 3 sal in jî xwedî lê derdikeve.
Pişt re Şaredarê Qoserê Ferhan Turk axivî û diyar kir ku hinekan xwest vîna Qoserê bişkênin û wiha got: "8 hezar mirovên me avêtin girtîgehan. Bi saya sekna we ez îro di nava we de me. Em serê sibê seat di 05.00'an de hatin berdan. Tenê me 10 kes hatin berdan. Heke rastî jî ji bo aştiyê gav bên avêtin divê hevalên me yên din jî serbest bên berdan. Bi hêza gelê me dê têkoşîna me bi serkeftinê bi encam bibe." Piştî axaftinan Turk piştî 3 salan carek din derbasî avahiya Şaredariyêm bû. Turk piştî silav da hemû kesî debasî odeya meqama xwe bû û bi hemû kesî re hevdîtin kir.