Şaredarên jin ên BDP'yî ji bo penaberan kampanya da destpêkirin

Şaredarên jin ên BDP'yî ji bo penaberan kampanya da destpêkirin

Ji bo welatiyên ji ber şerê Sûriyeyê koçberî navçeya Serêkaniyê ya Rihayê şaredarên jin ên BDP'yî kampanyaya alîkariyê da dest pê kirin. Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan têkildarî kampanyayê de agahî dan û diyar kir ku, jinên li Serêkaniyê pirsgirêkên gelek mezin dijîn û bang li hemû kesî kir ku hem di aliyê madî û hem jî di aliyê manevî de piştgiriyê bidin kampanyayê.

Şaredarên jinên BDP'î li ser pêşniyara Navenda Giştî ya BDP'ê bi armanca piştgiriyê bidin kesên ji ber şerê Sûriyeyê koçberî navçeya Serêkaniyê ya Rihayê bûn kampanyaya alîkariyê da destpêkirin. Heyeta Jinên BDP'î çûn Serêkaniyê û pirsgirêkên jin dijîn li cih de lêkolîn kirin. Heyeta jinan têkildarî mijarê li avahiya BDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Wekîla Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Hafîze Îpek, Şaredara Rezan Yuksel Baran û Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan tevlî civînê bûn.

Li ser navê jinên BDP'î Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan axivî û diyar kir ku, gelê Kurd ji bo mafên xwe yên bi salane hatin gaspkirin rabûye ser piyan û wiha got: "Lê ji ber zextên hêzên desthilatdar li şûna van mafên demokratîk pevçûn pêk tên." Gokkan anî ziman ku, ji ber şer gel gelek pirsgirêkan dijî û ji bo welatiyên koçberî Serêkaniyê bûn dê di pêşengiya şaredarên jinên BDP'yî de kampanya pêk bê. Gokkan da zanîn ku, heyeta jinan a ji şaredarên jin pêk tê li Serêkaniyê lêkolîn kirin û pirsgirêk tesbît kirin. Gokkan bilêv kir ku, 20-30 kes di malekê de dijîn û wiha axivî: "Kesên hatin vir dixwazin çareke din paşve vegerin. Lê ji aliyê çeteyan ve destûra vê yekê nayê dayîn. Dîsa ev çete di navbera gelan de pevçûnan dijwar dikin. Dixwazin mafên demokratîk vala derbixin."

'EM BANG LI HEMÛ KESÎ DIKIN'

Gokkan destnîşan kir ku, ji kesên hatin Serêkaniyê ji sedî 90 Kurd in û ji sedî 80 jin ji ber pevçûnan zehmetiyê dikêşin. Gokkan anî ziman ku, bi hezaran kes ji Sûriyeyê hatine Serêkaniyê, Nisêbîn û Qoserê û wiha pê de çû: "Pirsgirêka van kesan ya ewlehiyê heye. Pirsgirêka van kesan ya vegera warên xwe heye. Pirsgirêka jiyanê heye." Gokkan da zanîn ku, wan weke şaredarên jin kampanyaya aborî û manewî dan destpêkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bang li hemû kesî dikin ku ji bo gelê Suriyeyê alîkariyên xwe pêşkêş bikin û hêzê bidin wan." Gokkan bilêv kir ku kesên dixwazin tevlî kampanyayê bibin di serî de alîkariyên ser ji Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê û hemû şaredariyên din ên BDP'yî re bigihijînin.