Şaredarên Rojava .çûn serdana Baydemîr

Şaredarên Rojava .çûn serdana Baydemîr

Şaredar û rêveberên Rojava ji bo beşdarbûna Konferansa “Ji bo Avakirina Aştiyê Hevdîtina Şaredariyan” ya ji aliyê GABB’ê ve hatî  organîze kirin, hatin Amedê û serdana Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr kirin.           

Şaredar û rêveberên Rojava ji bo beşdarbûna Konferansa “Ji bo Avakirina Aştiyê Hevdîtina Şaredariyan” hatin Amadê û çûn serdana Serokê şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr. Di nava heyetê de hevşaredarên bajarê Qamişlo Sema Bektaş û Muaz Abdulkerîm, berpirsê aboriyê Helepçe Xelîl, Hevşaredara Amûdê Bêrîvan Tunis, rêveberê şaredariya Bulbula bi ser Efrînê Salih Seydo, rêveberê navçeya Cendereyê Behmend Hesen, rêvebera şaredariya Şiyê Nurşan Huseyîn li cihê wî serdanek ji bo Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr pêk anîn.

Serokê Şaxa Tum Ben Senê Medenî Alpkaya û Serokê Beşa Çand û Turîzmê Muharrem Cebe di serdanê de hevaltiya mêvanên Rojava kir. Rayedarên Rojavayî destmişan kirin  ku wan ji Rojava ji bo Amedê silav anîne. Rayedarên Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku, ew bi dilxweşî Amedê dişopînin û bal kişandin ku karmendên şaredariyê yên rejîma berê çav li seatên xwe yên kar bûn, lê niha karê şaredariyê gel girtiye ser xwe. Rayedarên rojava da zanîn ku ew dixwazin ji ezmûna Amedê sûdê wergirin.   

Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr destnîşan kir ku bila her şaredarî di nav xwe de delegasyoneke xebatên xwe pêk bîne û bînin Amedê ew ê jî di çarçoveya bernameyekê de xebatên xwe ji delegasyonê re ragihînin. Baydemîr da diyarkirin ku ligel vê yekê ew dikarin ezmûnên xwe digel wan parve bikin û bi hev re têkiliyên dualî ava bikin. 

 Pişt re Baydemîr, tabloyeke Çînî diyarî şaredarên Rojava kir û bi hev re wêne kişandin.