Şaredariya Efrînê hewara bajarê xwe gihand Amedê
Şaredariya Efrînê hewara bajarê xwe gihand Amedê
Şaredariya Efrînê hewara bajarê xwe gihand Amedê
Heyetek ji Şaredariya Bajarê Efrînê, îro çû serdana Şaredariya Sûrê ya Bajarê Amedê. Di serdanê de rewşa Efrîn û herêmê hatin nirxandin û li ser rê û rêbazên alîkariyê hat rawestîn.
Heyek ji Şaredariya Bajarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, bi armanca ragihandina rewş û pirsgirêkên xwe, îro çû serdana Şaredariya Sûrê ya Amedê. Heyet ji aliyê alîkarên Şaredarê Sûrê Mehmet Alî Altinkaynak, Azîze Deger, Kemal Guler û Cîgirê Şaredar Neqşî Sayar ve hat pêşwazîkirin. Di destpêka serdanê de endamê heyeta Şaredariya Efrînê Endezyar Şoreşvan Alî mafê axaftine wergirt, û zor û zehmetiyên gelê Efrînê vegot.
Alî anî ziman ku ji bilî êrîşên komê çete û ambargoya ku li ser gelê Efrînê hatiye kirin, gel ji ber koçberiya zede ya ji bajarê Helebê, ketiye rewşeke gelekî zor û zehmet. Paşê jî endamê meclîsa Şaredariya Efrînê Esed Elo jî zehmetiyên ji ber kêmbûna av û elektrîkê anî ziman û got ku rewşê bajêr gelekî zehmete û ji ber ku dewlet alîkariyê nade Şaredariyê ew nikarin bi rêk û pêk xizmetan ji gel re peşkeş bikin û di warê xizmetan de kêm dimînin.
Endezyara Mîmar Nesrîn Reşo jî rewşa gel a ji ber ambargoyê de anî ziman û got: "niha hewcedarî bi madeyên sereke yên wekî şîrê zarokan û dermanan heye." Her wiha anî ziman ku divê ev ambargoya li ser bajarê wan bi rengekî bê hilanîn û divê di vî warî de hemû dezgeh û saziyên kurdan ên bakur bikaribin zextekê li hikûmeta Tirk bikin da ku vê ambargoyê têk bibin û deriyekî sînor veke.
Cîgirê Şaredar Sûrê Neqşî Sayar jî di hevdîtinê de xêrhatina mêvanan kir û anî ziman ku ew ji nêz ve rewşa Rojava dişopînin û ew amade ne ji bo bi her awayî piştevaniya gelê xwe yê Rojava bikin.
Heyeta Şaredariya Efrînê, di çarçoveya serdanên xwe yên li Amedê de bi Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemî û Şaredariyênd in ên bajêr re hevdîtin pêk anî bû.