Şaredariya Îdirê tabeleya bi du zimanan daliqand

Şaredariya Îdirê tabeleya bi du zimanan daliqand

Şaredariya Îdir a DBP’ê tabeleya Kurdî û Tirkî daliqand. Hevşaredar Şaziye Onder got: “Ji bo ev tabela bê daliqandin gelê me kedek mezin da. Dema îro vê dibînin gelek kêfxweş dibin.

Şaredariya Îdir a DBP’ê di çarçoveya xebatên ‘Berfirehkirina qada jiyanê ya pir zimanî’ de tabeleya ji Kurdî û Tirkî pêk dihat hat daliqandin. Piştî daliqandina tabelayê Hevşaredar Murat Yîkît û Şaziye Onder daxuyaniyek dan.

Hevşaredar Murat Yîkît diyar kir ku dema xizmetê didin ne ji bo aliyekî ji bo hemû aliyên wekhev tevdigerin û wiha got: “Di çarçoveya rêgezên partiya me de em di her alî de vê dibêjin. Li vî welatî yek ziman, yek ol û yek bawerî tune. Ev erdnîgarî pir reng û pir çandiye. Ji bo vê jî em ne tenê bo beşeke civakê em bo hemû welatiyên xwe vê zîhniyeta wekhev diparêzin.

Yîkît bi lêv kir ku li her qada jiyanê pir zimaniyê diparêzin û wiha berdewam kir: “Em li her qada ku diçinê xizmet û projeyên xwe bi Kurdî û Tirkî dikin. Ji bo vê me pir zimanî esas girt. Em diyar dikin ku bila ev xizmeta me jî lji bo gel bixêr be.

Hevşaredar Şaziye Onder jî destnîşan kir ku ji bo ev tabela li şaredariyê bê daliqandin gel kedek mezin daye û wiha got: “Bi vê biryarê re fikra gelên cuda li Îdirê dijîn jî ava bû. Ji bo ev tabela bê daliqandin gelê me pir ked da. Îro dema em vê dibînin em gelek kêfxweş dibin. Em gelek kêfxweş dibin." 

Onder anî ziman ku gelê ku tê şaredariyê jî êdî bi zimanê dayikê xwe îfade dikin û wiha berdewam kir: “Welatiyên me dema dikevin şaredariyê êdî bi zimanê xwe diaxivin. Mirovên Kurdî û Tirkî nizanin zehmetiyê nakişînin. Xwe bi zimanên xwe îfade dikin. Ev pêşî li hemû xizmetan vedike.”