Şaredariya Sûrê alîkariya ji bo Rojava bi TIR û qemyonan şand
Şaredariya Sûrê alîkariya ji bo Rojava bi TIR û qemyonan şand
Şaredariya Sûrê alîkariya ji bo Rojava bi TIR û qemyonan şand
Şaredariya Sûrê ya Amedê, alîkariya ji 25 ton ard û 125 ton genim a ji bo Rojavayê Kurdistanê, bi TIR û qemyonan îro bi rê kir.
Kampanya alîkariya bi Rojavayê Kurdistanê, ku bi pêşengiya rêxistina DBP'ê ya navçeya Sûrê û Şaredariya Sûrê ve hat meşandin, li eleqeyeke mezin a dikandarên navçeyê, şêniyên tax û gundan rast hat.
Alîkariya ji 25 ton ard û 125 ton genim a di nava 4 hefteyan de hat berhevkirin, li bazara genim hat berhevkirin û li TIR û qemyonan hat barkirin.
Di dema barkirinê de Hevşaredarên Sûrê Seyît Narîn û Fatma Şik Barût û rêveberên DBP'ê yên navçeyê amade bûn.
Hevşaredar Narîn di daxuyaniya xwe ya li vê derê de ji her kesên ku keda wan di berhevkirina alîkariyê û dayîna alîkariyê de derbas bûye spasiyên xwe pêşkêş kir û got, "Heta ku şer dewam bike, alîkariya însanî jî wê dewam bike. Kampanya me wê dewam bike. Alîkariya me ya jib o gelê Rojava û Şengalê wê kêm nebe."
Hevşaredar Barût jî da xuyakirin ku welatî, gundî û dikandarên navçeya Sûrê di nava piştevaniyê de tevgeriyane û got, "Ji ber dagirkeriya herêma Şengalê gelê me mexdûr bû. Qemyonên alîkariyê ketin ser rê. Ez spasiyên xwe pêşkêşî hemû gundiyên me dikim. Em hêvîdarin ku ev piştevanî wê dewam bike. Çi ji destê me bê em ê bikin."
Piştre alîkariya hat berhevkirin li TIR û qemyonan hat barkirin û ji ser Pîrsûsê ber bi Kobanê ve hat şandin.