Şaredariya Sûrê bi 2 TIR'an alîkarî ji Rojava û Şengalê re şand
Şaredariya Sûrê bi 2 TIR'an alîkarî ji Rojava û Şengalê re şand
Şaredariya Sûrê bi 2 TIR'an alîkarî ji Rojava û Şengalê re şand
Şaredariya Sûrê, barê 2 TIR'an alîkariya ji bo gelên Rojava û Şengalê kom kir, ji herêmê re şand.
Kampanya alîkariya bi gelê Rojava û Şengalê re, ku ji aliyê Rêxistina DBP'ê ya Navçeya Sûrê û Şaredariya Sûrê ve hat destpêkirin, dewam dike.
Alîkariya ji barê 2 TIR'an a genim, ku di çarçoveya kampanyayê de hat komkirin, ji herêmê re hat şandin. Bi vî rengî hejmara wesayîtên bi barê genim ê ji herêmê re hatiye şandin bû şeş .
Endamê Meclîsa Şaredariya Sûrê Mehmet Karakaş da xuyakirin ku gelê Amedê bi hestyarî û fedekariyeke mezin tevkarî li kampanyayê kiriye.