Şaredariyeke bi pir zimanî pir çandî: Sûr
Şaredariyeke bi pir zimanî pir çandî: Sûr
Şaredariyeke bi pir zimanî pir çandî: Sûr
Şaredariya Sûrê ya Amedê ku bi feraset û xebatên xwe yên "Pir zimanî û pir çandî" her di rojevê de ye, bi Şaredariyên Ramallah a Fîlîstînê, Duhok a Başûrê Kurdistanê, Şîşlî ya Stenbolê, Gever a Colemêrgê û Çanakkaleyê re bû xwişk û bira.
Şaredariya Sûrê ya Amedê, bi feraseta "Şaredariya bi pir zimanî û pir çandî" xebatên xwe bê navber dewam dike.
Di çarçoveya xebatên Şaredariya Biratiyê de, Şaredariya Sûrê li qadên pişeyî, bazirganî, zanistî, çandî û sporê de guhertinê esas digire, têkiliyan datîne û protokolan mor dike.
Şaredariya Sûrê di vê çarçoveyê de bi Şaredariyên Ramallah a Fîlîstînê, Duhok a Başûrê Kurdistanê, Şîşlî ya Stenbolê, Gever a Colemêrgê û Çanakkaleyê re bû xwişk û bira.
Şaredarê Sûrê Abdûllah Demîrbaş da xuyakirin ku weke rêveberiyên herêmî wezîfeyeke wan e ku ligelheviya gel û baweriyan a bi cihêrengiyan bi pêş bixin û got, "Weke Şaredariyeke Amedê ku di cihêrengiya xwe re di dîrokê de xwedî cihekî girîng e, me xwestin em bi gelên ji çand û baweriyên cuda bibin xwişk û bira. Her kar bi hezkirina ji ziman û çanda xwe, hezkirina ji ziman û çandên cuda destpê dike. Ji ber ku destpêka her karî hezkirin e. Em hewl didin êşên xwe bikin yek û bi vî rengî dawî li êşan bînin. Bi xwişk û birayên xwe yên ji heman gelî ne, lê sînor di nava me de hatine danîn, me mejî û dilê xwe kirin yek û em bûn xwişk û bira. Ji bo yekitiya gelê Kurd bi gelên din re ava bikin, me pireke aştiyê ava kirin."
Şaredariya Sûrê ji bo hîn bêtir têkiliyan deyne û xebatên xwe bi hevparî bimeşîne, li gel Şaredariyên din hevdîtinên xwe dewam dike.
Şaredariyên ku ji bo morkirina protokolê têkilî bi wan re hatiye danîn; Li Fransayê Şaredariya Thîonvîlle, li Ermenîstanê Gumru, li Îsraîlê Mevasseret Tsîon, li Îranê Ûrmiye û li Tirkiyê Şaredariya Ordû ye.