Sariyildiz: Bila hemû siyasetmedarên kurd serbest bên berdan
Sariyildiz: Bila hemû siyasetmedarên kurd serbest bên berdan
Sariyildiz: Bila hemû siyasetmedarên kurd serbest bên berdan
Birayê Parlamenterê BDP'ê yê Şirnexê ku zêdeyî 2 salin girtî ye Cihan Sariyildiz, diyar kir ku divê ne tenê parlamenterên girtî, hemû siyasetmedarên kurd serbest bên berdan.
Dadgeha Makeqanûnê bi sedema "Mafê hilbijartinê hatiye îhlalkirin" û "dema girtinê ya makul derbas kirine" der barê Parlamenterê CHP'ê yê Îzmirê Mustafa Balbay de biryara berdanê da. Piştî vê biryarê Parlamenterê CHP'ê Mustafa Balbay 2 roj berê serbest hat berdan. Li ser vê yekê parêzerên 5 parlamenterên BDP'ê jî serî li dozgeriyê dan û xwestin parlamenterên girtî serbest bên berdan. Piştî serlêdana 5 parlamenteran li bendê ye ku 6. Dadgehên Cezayên Giran derbarê parlamenterên BDP'ê Faysal Sariyildiz, Kemal Aktaş û Selma Irmak û 5. Dadgeha Cezayên Giran a Amedê jî der barê Îbrahim Ayhan û Gulser Yildirim de biryarê bidin. Birayê Parlamenterê BDP'ê yê Şirnexê ku zêdeyî 2 salin girtî ye Cihan Sariyildiz, diyar kir ku divê ne tene parlamenterên girtî, hemû siyasetmedarên kurd serbest bên berdan.
Sariyildiz, da zanîn ku heyeta dadgehê di nava xwe de kom bûn û li bendê ye ku îro biryarê bidin. Sariyildiz, da zanîn ku li gori agahiyên ji wan re hatin dê di saetên êvarî de biryar bê dayîn û wiha got: "Divê di serî de hem parlamenterên BDP'ê û hem jî hemû siyasetmedarên kurd serbest bên berdan. 4-5 salin bê sedem û bê sebeb girtîne. Sariyildiz, xwest weki malbata Sariyildiz dixwazin hemû siyasetmedarên kurd serbest bên berdan.