Sariyildiz li cihê çeteyan gel gulebaran kir lêkolîn pêk anî

Sariyildiz li cihê çeteyan gel gulebaran kir lêkolîn pêk anî

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz diyar kir Tirkiye bi şêweyekî yekser an jî neyekser destekê dide çeteyan û heya gulebarankirina li ser welatiyên xwe jî temaşe dike û wiha got: “Di dawiya van polîtikayan de yên winda bikin wê hikûmeta Tirkiye û dewletên herêmê bin.”

Piştî duh çeteyên DAIŞ li ser gel ê li gundê Siwêdê yê li sînorê Kobanê ya girêdayî navçeya Pirsûs a Rihayê nobet digirtin gule barandin, îro Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz çû serdana girseya li çeperên leşkeran terk kirin de bi cih bûne. Sariyildiz têkildarî şer û pevçûnên li Girê Zorava yên di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ de agahî girtin, liv û tevgera li gir demekê bi dûrbînê temaşe kir. Sariyildiz ku di çeperekî leşkerên Tirk de piştî pêşda hatina çeteyên DAIŞ vala kirin de axivî, bi bîr xist şevê din çeteyên DAIŞ li ser girseya gel a di girekî bilind ê gundê Siwêdê de nobet digirtin gulebaran kirine û nerazîbûna xwe li hemberî bêdengiya leşkerên li sînor bi wesayîtên zirxî nobet digirtin da.

Sariyildiz got ku Tirkiye di şerê dewam dike de diyar kiriye wê li rex çeteyên DAIŞ cih bigire û diyar kir Tirkiye wê bi vê polîtikayê winda bike û wiha dewam kir: “Tirkiyeya zagonên hiqûqa navneteweyî tine dihesibîne, li gor ti rêzikan tevnagere. Her roj bi dehan gule û hewan sînor derbas dikin. Lê hîna leşkeran mudaxeleyeke herî biçûk jî nekirine. Di rastiyê de rewşa li vir ji sedema pozîsyona şerê di navbera Tirkiye, DAIŞ û Kurdan de dewam dike tê. Dewletê li rex çeteyan cihê xwe girtiye û heya niha  jî pêwîstiyên li gor vê  tercîhê bicih tîne. Ev ne helwesteke exlaqî ye û wê ev polîtîka bi Tirkiyê û dewletên herêmê bide windakirin.”