Sariyildiz newekheviya di qada tenduristiyê li Êzidiyan tê kirin bir Meclîsê

Sariyildiz newekheviya di qada tenduristiyê li Êzidiyan tê kirin bir Meclîsê

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz diyar kir ku Êzidiyên ji qirkirina DAIŞ’ê hatine Bakurê Kurditanê ji bilî xizmetên şaredariya DBP’î û xizmetên tenduristiyê yên rexistinên civakî yên sivîl, li nexweşxaneyên dewlet û yên taybet nayê dermankirin. Sariyildiz der barê mijarê de pêşnûmepirsek da Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglu.

Parlamenterê Şirnexê yê HDP’ê Faysal Sariyildiz, rewşa Êzidiyên ji Şengalê ji qirkirina DAIŞ’ê reviyan û hatin Tirkiyeyê pêşkeşî meclîsê kir. Sariyildiz der barê mijarê de pêşnûmepirsek da Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzîngolu û got: “Bi sedhezaran kesî ji ber zilma DAIŞ’ê welatê xwe terk kirine. Di rêya koçberiyê de bi hezaran Êzidî ji tî û nêza mirin. Gelek jî nexweş ketin. Li ser beden û rihê wan texrîbateke mezin çêbûye. Ji bo texrîbat ji holê bên rakirin, divê Êzidî sûdê ji xizmetên tenduristiyê werbigirin. Lê hikûmeta AKP’ê berpirsyariya xwe ya ji ber peymanên navneteweyî û peywira li pêşberî mirovahiyê nayne cih.

JI BO ÊZIDIYÊN STATUYA WAN TINE MAFÊ TENDURISTIYÊ JÎ TINE

Sariyildiz wiha got: “Ji bilî xizmetên şaredarî û rêxistinên civakî yên sivîl, Êzidî nikarin li nexweşxaneyên dewlet an jî yên taybet bên dermankrin. Êzidiyên ku ji vî mafê mirovahiyê bêpar tên hiştin, ji ber ku statuya wan tine ye rastî vê yekê tên. Li Tirkiyeyê li dijî Êzidiyan cotstandartî tê kirin. Di şertên nomal de kesên wek turîst tên Tirkiyeyê jî bi pereyê xwe dikarin li nexweşxaneyan bên dermankirin. Bi vî awayî ji bo penaberên Sûriyeyê jî bêpere xizmetên tenduristiyê tên dayîn. Lê mixabin penaberên Êzidî bê pere ji xizmetên tenduristiyê fêdeyê nagirin. Di 09.09.2013’an de Cîgirê Serokwezîr Beşîr Atalay giştînameyek ji Waliyên 81 bajarî re şand û di giştînameyê de tê gotin ku dê di çarçoveya Teblîxata Pêkanîna Tenduristiyê de (SUT) dê penaberên Sûriyeyê fêdeyê ji xizmetên tenduristiyê bigirin. Lê mixabin ji bo Êzidiyan ev nehatiye kirin.

Sariyildiz di pêşnûmeya ku da Muezzînoglu de ev pirs pirsîn.

-Êzdî li nexweşxaneyên dewletê dîl tên girtin gelo?

-Lêçûna dermankirina penaberên Sûriyeyê ji aliyê SUT’ê ve tê kirin, lê penaberên Êzidî ji vî mafê fêdeyê nagirin?

-Ji bo Êzidî di pêngava 1’emîn, 2’emîn û 3’emîn xizmetê bigire, wezareta wan xebatekê dimeşîne gelo?

-AFAD ji bo Êzidiyên ku nasnameya wan tine bê dermankirin mudaxaleyek çawa dike?

-Êzidiyên ku li Tirkiyeyê serî li nexweşxaneyên dewletê dane û hatine dermankirin hene gelo?

-Îdiayên ku Êzidiyên li nexweşxaneyan lêçûna xwe nedane dîl hatine girtin hene gelo?

-Doktor û personelên tenduristiyê yên ji aliyê şaredariyên DBP’ê ve li kampan hatine peywirdarkirin, gelo dê bi awayekî fermî bên peywirdarkirin?

-Ji bo tespîtkirin û şopandina rewşa ruhî ya Êzidiyan  xebateke we heye?

-Gelo hûn ê di mijara xerabûnên stresê ya piştî travmayê bi THÎV Û Komeleya Psîkiyatrî ya Tirk re bikevin nava xebatekê?

-Wezareta we ji bo Êzidiyên hatin Tirkiyeyê derziya dîfterî, înfluenza, tentanoz û polîo kiriye yan na? Ger hatibe kirin çend kes hatin aşîkirin?