Şaşiya Nexweşxaneya Zarokan a Behçet Uz, Bêrîtana biçûk mexdûr kir

Şaşiya Nexweşxaneya Zarokan a Behçet Uz, Bêrîtana biçûk mexdûr kir

Bêrîtan Aydemîr a 9 salî, ji ber tumora mejî ne nebaş, bi salane tê dermankirin. Malbatê ji bo alîkariyê serî li Weqfa Piştgirî û Alîkariya Civakê da, lê ji ber şaşiya Nexweşxaneya Zarokan a Behçet Uz ku navê Bêrîtan weke Bêrîvan li raporê nivîsandibû, ji gelek mafan bêpar tê hiştin. Malbata Aydemîr xwe amade dike li hemberî vê neheqiyê dozê veke.

Malbata Aydemîr a li taxa Asarlik a navçeya Îzmîr Menemenê dijî, li keça wan a 9 salî Bêrîtan, di sala 2011'an de teşhîsa tumora mejî ya xerab hat danîn. Malbat ji bo dermankirina keça xwe çû Nexweşxaneya Zanîngeha Egeyê. Bêrîtana biçûk li vir du caran emeliyat bû û dûre bi qasî 6 mehan tedawiya radyoterapî dît. Nexweşxaneya Zanîngeha Egeyê ji malbatê re gotin ku divê tedawiya kemoterapî li Bêrîtana biçûk were kirin, ev pêkanîn jî bi pereyane û ew şandin Nexweşxaneya Zarokan a Behçet Uz. Li vê derê jî ji malbatê re hat gotin ku cih tineye û ew vegerandin Nexweşxaneya Zanîngeha Egeyê. Taliyê, Bêrîtana biçûk ji Nexweşxaneya Zanîngeya Dokûz Eylulê hat qebûlkirin û li vir bi qasî salekê tedawiya kemoterapî dît. Di vê demê de ji Nexweşxaneya Zarokan a Behçet Uz ji bo Bêrîtana biçûk rapor hat stendin. Li gorî raporê, hat ragihandin ku Bêrîtan ji sedî 85 seqet e. Malbata Aydemîr bi vê raporê re ji bo alîkariya aborî serî li Weqfa Piştgirî û Alîkariya Civakî da, lê li pêşberî bersiva jê re hate dayîn, matmayî ma. Ji ber ku Nexweşxaneya Zarokan a Behçet Uz di şûna Bêrîtan de Bêrîvan nivîsiye, ji malbatê re hat gotin ku ew nikarin ji vê alîkariyê sûdê werbigire. Malbat xwe amade dike, ji ber vê şaşiyê giliyê Nexweşxaneya Zarokan a Behçet Uz bike.

Bav Lokman Aydemîr ev pêvajoya zor û zehmet ji ANF'ê re vegot û anî ziman ku tevî wan ji Nexweşxaneyê xwestine şaşiya kiriye sererast bike jî nexweşxaneyê ev şaşiya xwe sererast nekiriye û di rapora duyemîn de jî heman şaşiya xwe dûbare kiriye.

‘ODEYA VALA TINEYE, HÛN DIKARIN BI PERE BIMÎNIN’

Bav Aydemîr got, "Ji bo kemoterapî em neçar man keça xwe nexweşxane bi nexweşxane bigerînin. Ege û Behçet Uz bi gotina "cihê me yê bi pere heye" deriyê xwe girtin. Mayîna li odeyeke bi pere, rojê 50 TL ye. Ji bo dermankirina keça xwe, her rojên tevahiya salekê, me nekarî vî pereyî bide. Beriya niha me li Nexweşxaneya Zanîngeha Dokûz Eylulê cih dîtin û tedawî li vir kirin."

DAXWAZA ALÎKARIYÊ JI WEQFA PIŞTGIRÎ Û ALÎKARIYA CIVAKÎ

Bav Aydemîr ragihandin ku di dema dewamkirina tedawiya keça wî de wan ji Nexweşxaneya Zarokan a Behçet Uz rapor girtine û got, "Me di vê demê de ji Nexweşxaneya Zarokan a Behçet Uz ji bo Bêrîtan rapor girtin. Derket holê ku ji sedî 85 ê Bêrîtan astengdar e. Di rewşên bi vî rengî de Weqfa Piştgirî û Alîkariya Civakî, ji bo zarok û kesên lê dinêre, butçeyekê vediqetîne. Eger astengiya fîzîkî û derûnî ji sedî 50 zêdetir be, her kes ji vî mafî sûdê werdigire. Ji bo sûdgirtina ji vî mafî, me serî li qeymeqamiyê dan. Ji bo em ewraqên xwe temam bikin, belge dan me. Me ji Mêrdîn û ji vir hemû ewraq peyda kirin. Piştî hemû proseduran me belgeyên xwe radestî rayedarên li vê derê kirin. Bi qasî salekê em li hêviya wan man. Dema me bersivek ji vê derê nestend, em careke din çûn qeymeqamiyê. Piştî ku me encamek ji qeymeqamiyê negirt, em çûn Weqfa Piştgirî û Alîkariya civakî. Di encama ewçend hêvî û sekinandina me de ji me re gotin, "Ji ber ku di rapora tenduristiyê de navê keça we di şûna Bêrîtan de Bêrîvan hatiye nivîsandin, hûn nikarin ji vî mafî sûdê werbigirin."

LI NEXWEŞXANEYÊ HEQARET LI MALBATÊ: HÛN KOR IN?

Bav Aydemîr diyar kir ew piştî demeke dirêj pê hesiyane ku navê keça wî şaş hatiye nivîsandin û got, "Em bi derengî bi vê şaşiyê hesiyan. Lê gava me ferq kir, ji xwe me got nasname û nexweşiya keçikê heye, lewma me girîngî nedan vê pirsgirêkê. Weqfê ji ber vê yekê daxwaza me red kir. Em çûn Nexweşxaneya Zarokan a Behçek Uz û me xwestin ev şaşî were sererastkirin. Lê li wir jî heqaretên, 'Ev saleke hûn li ku bûn? Hûn kor in? Hûn mirovên çawa ne' li me kirin. Navê keça min sererast nekirin û em vegerandin. Em çûn Weqfê û me ji wan xwestin ku Nexweşxaneya Zarokan a Behçet Uz şaşiya di raporê de sererast bike. Ya balkêş; piştî salekê raporeke nû ji keça min re hat dayîn. Di vê raporê de jî navê wê şaş nivîsandin, Bêrîvan nivîsandin. Di rapora nû de asta seqetiya keça min daxistin ji sedî 33'an. Di encama tedawiyê de asta astendariya wê kêm bû. Ji ber şaşiya Nexweşxaneya Zarokan a Behçet Uz, pereyê ku diviyabû me salekê ji Weqfa Piştgirî û Alîkariya Civakî werbigirta, me nekarî bigirta. Ji ber vê yekê em xwe amade dikin dozê vekin. Ez karkerekî înşaatê me. Hin rojan kar heye, carna jî tineye. Pêwistiya me bi pereyê weqfê heye. Wekî din jî, di şûna şaşiya xwe qebûl û sererast bikin, heman şaşî careke din dûbare kirin. Ji bo tedarikkirina mafê me, emê gilî bikin."