Şaxa ÎHD a Mêrdînê der barê endamên JÎTEM’ê de doz vekir
Şaxa ÎHD a Mêrdînê der barê endamên JÎTEM’ê de doz vekir
Şaxa ÎHD a Mêrdînê der barê endamên JÎTEM’ê de doz vekir
Şaxa ÎHD’ê ya Mêrdînê ji ber windakirinên di salên 1990’an, valakirina gundan û qetilkirinan der barê endamên JÎTEM’ê yên wê demê wezîfedar bûn doz vekir. Wê doz 28’ê Mijdara 2014’an li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê de pêk bê.
Di daxuyaniya Şaxa ÎHD’ê ya Mêrdînê de hat diyarkirin ku têkildarî windakirinên bi darê zorê, valakirina gundan û qetilkirinên salên 1990’an de der barê endamên JÎTEM’ê yên wê demê li navçeyên Mêrdînê wezîfedar de gilî kirine.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku komkujiyên ji aliyê JÎTEM’ê ve hatine kirin polîtîkayeke dewletê ye, bi biryareke siyasî ketiye meriyetê û wiha hat gotin, “Em wek ÎHD’ya Mêrdînê ji bo qetilkirinên ji aliyê JÎTEM’ê ve pêk hatine derkevin holê me hewldaneke mezin nîşan da.”
Şaxa ÎHD’ê ya Mêrdînê destnîşan kir ku li gel endamên amûra cinayetan JÎTEM darizandina siyasetmedarên demê jî û tevlîkirina wan a ji dozê re daxwazeke bingehîn e û di 28’ê Mijdara 2014’an de wê yekemîn rûniştin li Dadgeha 2’emîn a Cezayê Giran a Mêrdînê pêk were.
,