Şaxê SZK’a Efrînê konferansa xwe lidar xist
Şaxê SZK’a Efrînê konferansa xwe lidar xist
Şaxê SZK’a Efrînê konferansa xwe lidar xist
Konferansa Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya Şaxê Efrînê bi diruşma ‘‘Asta pêşxistina ziman asta pêşxistina jiyanê ye’’ bi beşdariya 700 endamên saziyê û mamosteyên zimanê kurdî konferansa xwe ya yekemîn lidar xist. Di konferansê de mijarên wekî pêşxistina zimanê kurdî û rola dîrokî ya dikeve ser milê mamosteyên zimanê kurdî hate niqaşkirin.
Konferansa Saziya Zimanê Kurdî (SZK) a Şaxê Efrînê bi diruşma ‘‘Asta pêşxistina ziman asta pêşxistina jiyanê ye’’ îro di saetên sibê de bi tevlîbûna 700 delegeyan ku ji endamên SZK’ê û mamosteyên zimanê kurdî pêk dihat bi rêzgirtinê destpê kir. Pişte Dîwana rêveberina konferansê hate hilbijartin û bernameya konferansê hate xwendin.
Konferans bi axaftina endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Bedran Çiya dewam kir. Çiya konferansa SZK’ê pîroz kir û bibîrxist ku avakirina dibistanên kurdî li Efrînê dest kirine.
Di konferansê de li axaftina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a derbarê Zimanê Kurdî de hate guhdarîkirin. Konferans bi xwendina perspektîfên SZK’ê ku derbarê xebatên zimanê kurdî de hatibû dayîn dewam kir û bang li mamosteyan hate kirin ku li ser fikrê pêşxistina civakê erkê xwe yê dîrokî pêk bînin.
Di konferansê de raporek li ser rola Şehîd Viyan Amara ya ji bo pêşxistina Zimanê Kurdî hate xwendin. Konferans bi xwendina rapora xebatên SZK’ê dewam kir. Konferans hîn didome.