Sazî û rêxistinên Kurd ên li Elmanyayê ji bo Rojava kom dibin!
Sazî û rêxistinên Kurd ên li Elmanyayê ji bo Rojava kom dibin!
Sazî û rêxistinên Kurd ên li Elmanyayê ji bo Rojava kom dibin!
Nûnerên sazî û rêxistinên li Elmanyayê ji bo alîkarî û xwepêşandanên gelê Rojava binirxînin tên gel hevdu. Di civîna ku wê sibe li Berlînê pêk were wê plansaziyeke hevpar a çalakiyan bê nîqaşkirin.
Li ser esasê banga Federasyona Komeleyên Kurd a Elmanya (YEK-KOM) nûnerên sazî, dezgeh, organîzasyon û rêxistinên Kurd ji bo Rojava tên gel hevdu. YEK-KOM ku bal kişand ser êrîşen komên çete yên girêdayî El Qaîde, El Nusra û Artêşa Azad û Sûriyeyê ji bo civîna ku wê li Berlînê bê lidarxistin tevayî saziyên Kurd dawet kir
YEK-KOM destnîşan kir ku ji ber êrîşên komên çete gelê Rojava di nav tehdîteke mezin de ye û wiha berdewam kir: “Ji bo plansaziyeke hevpar a Rojava derxin holê em dixwazin bi tevayî partî, komele, rêxistin û civakên sivîl re bên gel hevdu. Ji bo em qîrîna Rojava bigihînin tevayî cîhanê divê em hîn zêdetir bixebitin.”
Civîn, di 17’ê Tebaxê roja Şemiyê li Burgsdorffstr. 1 Komeleya Kurd a Berlînê di saet 15.00’an de wê bê lidarxistin.