Saziyên çapemeniyê yên navneteweyî û Tiriyeyê ragihandin ku alozî û rageşiya di mijara azadiya çapemeniyê de li Tirkiyeyê her ku diçe mezintir dibe.
Ensîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI), Federasyona Rojnamevanên Ewropayê (EFJ), Komîteya Neteweyî ya Tirkiye ya IPI, endama EFJ’yê Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê (TGS) û Platform ji Rojnamevanan re Azadî (PRA) aşkere kirin ku li Tirkiyeyê di warê azadiya çapemeniyê de tu pêngavek nehatiye avêtin û hat diyarkirin ku 77 rojnamevan bi hinceta “terorê” hatine girtin. Saziyên çapemeniyê vê yekê şermezar kirin.
Di rapora bi sernavê “Li Tirkiyeyê paşketina di azadiya çapemeniyê de didome” ya ji aliyê IPI, EFJ, TGS û GOP ve hate amadekirin de der barê azadiya çapemeniyê li Tirkiyeyê de tesbît hatin kirin. Ev rapor piştî nunerên saziyên çapemeniyê bi rojnamevanên girtî, parêzer û malbatên wan re hevdîtin pêk anîn û beşdarî rûniştina doza rojnamevanan bûn, hate amadekirin.
Di raporê de hat diyarkirin ku ji her yek ji dozên “Komîteya Çapemeniyê ya KCK” û dîsa ji doza Oda TV tenê 2 rojnamevan hatine tehlkiriyn û hat diyarkirin ku hin rojnamevan zêdetirê sê salan in di girtîgehê de ne û bi sucdarkirinên ne bêhuqûqî tên darizandin. Saziyan bi bîr xistin ku daxwaza serbestberdana Bedrî Adanir ê ku li Amedê hatiye girtin hatiye redkirin.
'DIVÊ ZEXT LI TIRKIYEYÊ BÊ KIRIN'
Saziyên çapemeniyê bal kişandin ser 3’yemîn Pakêta Darazê û diyar kir ku ev pakêt nabe çareserî. Di raporê de hate diyarkirin ku 3’emîn Pakêta Darazê azadiya çapemeniyê naxe bin garantiyê.
Dîrektora IPI Alison Bethel Mckenzie bal kişand ser zextên li ser rojnamevanan û diyar kir ku Tirkiye nabe “modela demokraasiyê.” Mckenzie got; “Em ji rayedarên Tirk dixwazin pêşî li azadiya çapemeniyê vekin, dawî li zextên li ser rojnamevanan bînin.”
Serokê EFJ’ê Arne König jî da zanîn ku heta Tirkiye dawî li zextên li ser rojnamevan û çapemeniyê neyne, dê bandorê nêrînî li welatên derdorê û Ewropayê bike. Konig bang li Tirkiyeyê kir dawî li zextan bîne û got; “Divê Tirkiye şerê li hemberî azadiya çapemeniyê û rojnamevana daye destpêkirin bi dawî bike.”
'ÇAPEMENIYA SEREKE BÊ DENG DIMÎNE, OTOSANSUR ZÊDE DIBE'
Her wiha, di encamnameya raporê de tê diyarkirin ku ji ber ku çapemeniya sereke ya Tirkiyeyê li hemberî “zextan” bê deng dimîne, otosansur jî zêde dibe û wiha hat gotin; “Otosansur her ku diçe belavtir bûye, rojnamevan ne tenê ji ber sucên “terorê” ji kar têne avêtin, ji ber hincetên nûçeyên ku ziyanê didin aboriya xwediyên çapemeniyê ji kar têne avêtin.”