Saziyên civaka sivîl: Em xwedî li berxwedana Kobanê derkevin

Saziyên civaka sivîl: Em xwedî li berxwedana Kobanê derkevin

Rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên Amedê, ji bo li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û parastina gelê Kobanê dest bi tevgerê dikin û dê ji hin balyozxaneyên Tirkiyeyê yên welatan, Neteweyên Yekbûyî (NY) û Komîsyona Ewropayê re name bişînin. Heyeteke heman saziyan jî dê li sînorê navçeya Pirsûsê ya Rihayê lêkolînan bikin.

Rêxistinên civaka sivîl ên Amedê, di nav de Baroya Amedê, Odeya Pîşesazî û Bazirganiya Amedê, Odeya Tabîbên Amedê, Federasyona Komeleyên Karsaz û Sanayivanên Rojhilat û Başûrêrojhilat (DOGUNSIFED), Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, Komeleya Karsazên Amedê, Komeleya Karsazên Sanayîvan a Rojhilatabakur a Amedê, Koordînasyona TMMOB'ê ya Amedê, KESK'ê, Komeleya Oldarên Amedê, Rêxistina Partiya Herêma Demokratîk (DBP) a Amedê, ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê û êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ'ê şermezar bikin li Parka Sumerparkê daxuyaniyeke hevpar li dar xistin. Daxuyanî bi Kurdî û Tirkî hate xwendin. Daxuyaniya bi Tirkî ji aliyê Serokê DOGUNSİFED Şah Îsmaîl Bedirhanoglu, ya bi Kurdî jî ji aliyê  Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî xwend. Elçî, diyar kir ku piştî êrîşên hovane yên li ser Şengalê bi deh hezaran Êzîdî hatin qetilkirin û koçber bûn didome, ev car jî gelê Kurd li Kobanê bi heman êrîş û felaketî re rû bi rû ye. Elçî, destnîşan kir ku li hemberî van êrîşên hovane divê her kes bi gelê Kobanê re be û madî manewî çi ji destê kê tê divê bê teredût bike. Elçî, da zanîn ku divê hemû rêxistin, partî û dezgehên Kurd fikarên xwe yên siyasî û cuda deyinin aliyekî û bi gelê Rojava û bi taybetî jî gelê Kobanê re piştgiriyê bikin. Elçî, anî ziman ku wek e çawa li Şengalê pêk hat beriya li Kobanê jî felaketek pêk bê divê hêzên navneteweyî tedbîr bigirin.

 

 

Elçî, diyar kir ku bi armanca li hemberî kerasata mirovahî ya gelê Kurd dijî, hêzên navneteweyî baldar bikin û piştgirî û piştevaniya hêzên navneteweyî pêk bînin dê ji hin balyozxaneyên dewletên biyanî yên li Tirkiyeyê, Neteweyên Yekbûyî (NY) û Komîsyona Ewropayê re nameyekî bişînin. Elçî, bang li rayedarên dewlet û hikûmetê jî kir ku gelê Kobanê yên ji ber êrîşên DAIŞ'ê derbasî serxetê dibin, ji bo parastin û bicihkirina wan tiştê pêwîst bikin.

Piştî daxuyaniyê heyeta ku ji rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, Odeya Tabîban a  Amedê û Konseya Navenda Yekîtiya Tabîbên Tirk pêk dihat, çûne navçeya Pirsûsê ya Rihayê.