Saziyên Kurd ê li Rûsyayê bi daxuyaniyek hevbeş pişgirî dan Rojava
Saziyên Kurd ê li Rûsyayê bi daxuyaniyek hevbeş pişgirî dan Rojava
Saziyên Kurd ê li Rûsyayê bi daxuyaniyek hevbeş pişgirî dan Rojava
Saziyên Kurd ê li Moskowayê, bi daxuyaniyek hevbeş êrîşên komên çete yê li Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin. Serokê Rêxistinên Civaka Kurd ên Navnetewî Mîhrab Şamoyev di daxuyaniyê de got, “êrîşên li Rojavayê Kurdistanê rû didin, li dijî mirovahiyê ne û bêdeniya NY û dewletên cîhanê ya li hemberî vê rewşê, nayê qebûlkirin.”
Saziyên Kurd yê li paytextê Federesyona Rûsyayê Moskowayê xebatên xwe didin maşandin bi daxuyaniyek hevbeş êrîşên komên çete yê li Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin. Daxuyaniya li Mala Kurdan hat dayîn û Serokê Rêxistinên Civaka Kurd ên Navnetewî, Organîsazyona Kurd a Viyan a Moskowa, Otonomiya Çanda Kurd a Rûsyayê û Rêxistina Civaka Kurd a Bajarê Moskowa ya Mezepotamya û nûnerê gelek rêxistinên din jî amadebûn.
Di daxuyaniye de li ser navê rêxistinên Kurd ê li Rûsyayê xebat didin meşandin Serokê Rêxistinên Civaka Kurd ên Navnetewî Mîhrab Şamoyev axivî. Şamoyev di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên komên çete û rewşa Rojavayê Kurdistanê û got: “îro li Rojavayê Kurdistanê hin derdorên reş hene ku naxwazin Kurd bidin xwedî maf. Ji bo vê jî, ji bo berjewendiyên xwe hin komên çete avakirine û çek dane destê wan û wan li hember Kurdan didin şerkirin. Gelê Kurd di van rojên zor û zahmet de dost û neyarê xwe baş naskir. Kesên ku dixwazin Kurdan çavtirsandî bikin nagihêjin armaca xwe.”
BANGAWAZÎ
Di berdewamiya axaftina xwe de Şamoyev diyar kir ku kuştina mirovên sivîl û qetilkirina zarokan ne exlaqiye û got: “Di ti şeran de zarokên bêguneh û jinên jiyan hez, nayên qetilkirin. Qetilkirina wan hovitiya komên çete radixe ber çava. Em wek rêxistinên Kurd yê li Rûsyayê bendewazî ji UN, dewletên Ewropa, Federasyona Rûsya û hemû dewletên ku mafên mirovan dibaparên re dibêjin li hember vê cenosîtê bêdeng neminin. Destê alîkariyê dirêjî gelê Kurd bikin.”
PÊŞNIYARA DADGEHEKE SERBIXWE
Di dawiya axaftina xwe de Şamoyev ji bo lêpirsîna şerê li Rojavayê Kurdistanê pêşniyarêk kir û got: “bi pêşengiya komên çete bi taybet jî Al Nusra îro li Rojavayê Kurdistanê mafê Kurda tê binpêkirin. Ji bo rastî cihê xwe bibîne û mafdariya Kurda derkeve halê em wek Kurdên li Rûsyayê jiyan dikin pêşniyar dikin ku li Den Hagê li hember sûcê şer dadgehek bê avakirin. Di vê dadgehê de ji hêla aliyên serbixwe ve bila şerê li Rojavayê Kurdistanê bêlêpirsîn. Wê demê aliyên pişgirî didin komên çete û mafdariya gelê Kurd wê eşkere bibe. Em wek Kurdên li Rûsyayên dijîn hêvîdarin ku ev pêşniyara me wê ji hêla sazî û dezgehên mafê mirovan ve bibaldariyekê ve bêpêşwazîkirin.”