Saziyên sivîl ên Qamişlo di konferansê de hatin cem hev

Saziyên sivîl ên Qamişlo di konferansê de hatin cem hev

Li bajarê Qamişlo duh nêzî 30 yekîtî û saziyên sivîl ku di bin banê “Saziyên Civaka Sivîl” de hatine ba hev, yekemîn konferansa xwe lidar xist. Di konferansê de Meclîsa Saziyên Civaka Sivîl (SCS) ku ji 26 kesan pêk tê, her wiha hevserokên SCS’ê hatin hilbijartin. Di konferansê de piştgiriya ji bo peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hate nîşandan.

Konferans li Salona Melek a Dawetê bi beşdariya nûnerên yekîtiyan û saziyên sivîl hate lidarxistin. Di konferansê de her wiha Endamê Desteya Bilind a Kurd Ebdilselam Ehmed, nûnerên PYD, Partiya Yekîtiya Suryanî, Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê, Tevgera Rastî, Komîteya Têkiliyan a Tevgera Civaka Demokratîk, Partiya Lîberal a Kurd, serokên eşîrên Omeriya û Mehelmiyan, kesayetên oldar û ji netewên ereb, asûrî, keldanî û ermenî jî gelek kes wekî mêvan amade bûn.

Li salona konfransê ku bi sedan kes amade bûn, pankartên wekî, “Civaka sivîl riya rast a misogerkirina demokrasiya rast û wekhev a di nav gelan de ye”, “Bi azadiya hemû netewan civaka siyasî û exlaqî ava dibe” û “Civakîbûn nirxa me ya giranbuha ye” hatibûn daliqandin.

Di konferansa ku bi deqîqeyek rêzgirtinê û hilbijartina dîwanê destpê kir de, Seroka Meclîsa Gel a Qamişlo Remziya Mihemed axaftina destpêkê kir û bal kişand ser rewşa Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê. Remziye Mehemed destnîşan kir ku, di vê pêvajoya dîrokî de li Rojavayê Kurdistanê êdî gel xwe bi rêve dibe û saziyên xwe ava dike. Remziye Mehemed anî ziman ku, ev sazî û yekîtî di heman demê de dibin alternatîfa saziyên dewletê û pêdiviyên civakê bicîh tînin.   

Endamê Desteya Bilind a Kurd Ebselam Ehmed jî di axaftina xwe de diyar kir ku, Desteya Bilinde bi tu awayî tundiyê qebûl nake û got ku, di çarçoveya avakirina rêveberiya gel de, girîngiyê didin civaka sivîl. Piştî axaftinan peyamên ji konfransê re hatibûn şandin hatin xwendin. Di konferansê de her wiha êrîşên li hemberî Heyva Sor a Kurd û Navenda Tenduristiyê yên li Amûdê hatin şermezarkirin.

PIŞTGIRIYA JI BO PEYAMA OCALAN

Di konferansê de beşek ji paraznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a derbarê civaka demokratîk û nûjen de hate xwendin. Her wiha hemû beşdaran piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoya ku Ocalan di Newrozê de dabû destpêkirin anî ziman.

Piştî peyaman, rapora kar û xebatê yên saziyan ên 6 mehan hatin xwendin û xal bi xal hatin nirxandin.

Piştî nirxandinan Meclisa SCS’ê ku ji nûnerên 26 saziyan pêk tê hate hilbijartindin. Di hilbijartinan de li ser navê her saziyekê nûnerek wekî endamê meclisê hate hilbijartin.

Di konferansê de her wiha Sema Begdaş û Ebdulkerîm Saruxan jî wekî hevserokên SCS’ê hatin hilbijartin.

Di konferansê her wiha biryar hate girtin ku, rêziknameya SCS’ê bê nûkirin û yekîtiyên nehatine avakirin jî bêne avakirin.

Encamnameya konferansê jî wê îro bê aşkerakirin.