Sê gerîlla ji aliyê 10 hezaran ve hatin definkirin
Sê gerîlla ji aliyê 10 hezaran ve hatin definkirin
Sê gerîlla ji aliyê 10 hezaran ve hatin definkirin
Cenazeyê gerîllayê HPG'ê Faruk Dolu (Agit Amed) li gundê Goma Bekiran û cenazeyê gerîlayê HPG'ê Selîm Ozalp (Cesur Cudî) li navçeya Nisêbînê ji aliyê hezaran ve hat definkirin. Cenazeyê gerîla Mehdî Kurd jî li Wanê ji aliyê hezaran ve hat definkirin.
Şeveqa roja 31'ê Kanûnê, li sêgoşeya navçeyên Licê û Hênê ya Amedê û navçeya Dara Hênê ya Çewlikê ji aliyê artêşa tirk ve li dijî yekîneya HPG'ê operasyona nokteyî ya leşkerî pêk hat. Di operasyona hewayî û bejayî de li gel Endamê Konseya Fermandeya Leşkerî ya HPG’ê Ertem Karabulut (Nûman Amed) 10 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan. Yek ji gerîlayên HPG'ê yê li Gundê Spenî yê navçeya Liceya Amedê jî Faruk Dolu (Agit Amed) yê ji Liceyê bû. Malbatê piştî duh cenazeyê Dolu wergirtin anîn gundê Goma Bekiran.
Cenazeyê Dolu li gund ji aliyê girseyek mezin ve bi sloganên "Şehîd namirin" hat pêşwazîkirin. Bi sedan kesên ku li gundê Fîsê kom bûn, alên PKK'ê û Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind kirin. Piştî darbesta cenaze gihişt gund, bi sedan kesan darbest bi ala PKK û HPG'ê pêça û danîn ser milê xwe û heta mizgefta gund meşiyan. Di pêşwazikirinê de Rêveberên BDP'ê yen Amed û navçeyên Amedê û Şaredara Liceyê jî di navde bi sedan kes amade bûn. Bi sedan kesan bê navber sloganên "Tekoşin, berxwadan riya şehîd riyamin", "Ey şehîd çeka te li erdê namîne", "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" berz kirin.
Piştî cenaze anîn mizgeftê danîn cenaze li morga mizgeftê hiştin û Cenazeyê Dolu piştî şevekê ma, cenaze îro birin li goristanê bi girseyî defin kirin. Di merasima cenaze ya îro de parlamentera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, Hevserokê BDP'a Amedê M. Emin Yilmaz, Şaredara Liceyê Fîkriye Aytin, nûnerên MEYA-DER, jî di navde bi hezaran kes amade bûn. Bi hezaran kesan piştî cenezayê Dolu ji morga mizgeftê wergirtin danîn ser milê xwe û heta goristana gund meşiyan. Girsê qurnefil danîn ser darbesta Dolu û darbest bi ala PKK'ê û KCK'ê pêçan. Bi sedan ciwanan ruyên xwe rûpoş kirin û bi alên HPG, PKK û KCK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş pêk anîn. Ciwanan di meşa leşkerî de bê navber sloganên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "Ciwan biçim Botanê welatê azad berz kirin. Ciwanan di merasimê de sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin. Li ser gorê jî dîsa posterên gerîla û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK û KCK'ê vekirin. Di definkirinê de jî girsê dîsa bê navber Siloganên "Bijî Serok Apo", "Kurdistan dê bibe goristana faşizmê" û "Şehîd namirin" berz kirin.
Di merasimê de nûnerê MEYA-DER'ê Necmettin Alkan, ji malbata Dolu û gelê Kurd sersaxî xwest û wiha got:"Cenazeyê ku mehek e li Meletiyê tê girtin îro ji aliyê hezaran ve hat definkirin." Hevserokê BDP'a Amedê M. Emin Yilmaz, jî xwest serê malbatê gelê kurd û Ocalan sax be.
Herî dawî Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan jî axivî û wiha got: "Îro gelê kurd ji ber ku AKP şerê qirêj li ser vê axê dimeşîne 2 zarokên xwe xistin bin axê. Mafê gelê kurd mafekî rawa û mirovahî ye. Gelê Liceyê dizanin ku gerilabûn fadaîkirina gelê kurd e. Ji ber vê yekê gelê kurd bi girseyî û bi heybet li cenazeyên gerîlla xwedî derdikevin. Ji bo jiyanek bi rûmet û mirovane têdikoşin. Ji bo dozek pîroz jiyana xwe ji dest dan. Em cerek din bang li AKP'ê dikin. Em bang li hikûmeta AKP'ê dikin û dixwazin ku êdî dawî li operasyonan bînin. Ger ku hûn bixwazin PKK'ê tasfiye bikin hûnê gelê kurd li hemberî xwe bibînin. PKK û gerilla êdî nayê tunekirin." Girsê piştî definkirina cenaze bi girseyî çûn mala sersaxiyê û sersaxî ji malbatê xwestin.
Malbamta gerîlayê HPG'ê Selîm Ozalp (Cesur Cudi) jî piştî cenazeyê kurê xwe wergirtin duh cenaze anîn Nisêbînê. Bi hezaran kesan cenaze li Otogara Nisêbînê pêşwazî kirin û darbesta Ozalp li ser milan birin malbatê. Girsê ji wir jî cenaze bi slogana "Şehît Namirin" birin Mizgefta Şêx Mehmet. Serê sibê welatiyên nisêbînê neçûn ser kar û li ber mizgeftê kom bûn. Bi 10 hezaran kesên li ber mizgefta Şêx Mehmet kob bûn cenazeyê Ozalp wergirtin bi sloganên "Şehîd namirin" danîn goristana Şehîtlîkê. Bi deh hezaran kesan darbesta cenaze danîn ser milê xwe û bi siloganên "Şehîd namirin" darbesta Ozalp danîn ser milê xwe û li tenişta HPG'ê Mehmet Şîrîn Cebe li goristana Şehîtlîkê defin kirin. Girsê di meşê de girsê posterên Rêberê Gelê Kurdê Abdullah Ocalan, wêneyên 3 jinên siyasetmedar ên kurt wêneyên gerîla Ozalp û wenêyên gerîlayên HPGê yên di demên cuda de jiyana xwe j dest dane û alên Konfederalizm û PKK'ê rakirin. Girsê di meşê de bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e" "Ey şehîd xwina te li erdê namîne", "Qatil Erdogan", "Tolhildan", "Lêxin gerilla lêxin", "Selim heval nemir e" berz kirin.
Cenazeyê gerîlayê HGP'ê Ozalp li gosistana Şehîtlîkê li tenişta gerîla Mehmet Şirin Cebe (Akif Dogan) ku di 13'ê Çile de li navçeya Nisêbînê hat înfazkirin hat definkirin.
Di merasimê de nûnerê MEYA-DER'ê Ramazan Kalkan, Hevserokê BDP'a Mêrdînê Reşat Kaymaz jî amade bûn. Serokê BDP'a Mêrdînê Kaymaz, xwest serê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê kurd sax be û wiha got: "Hevalên me ji bo azadiya gelê kurd têkoşiyan û canê xwe dan axê. Dema canê xwe dan axê ji bo nirxên gelê kurd bi ser bilindî têkoşiyan. Em bi wan serbilin û serfiraz in. Em dê heta dawî rêça wan biparêzin û ji bo azadiya gelê kurd em dê heta dawî têbikoşin. Ger ku Serokwezîr Erdogan dixwaze daxwazên gelê kurd fam bike û bibîne bila li gelêkurd binere. " Dayika Ozalp Hediye Ozalp jî xwest serê gelê kurd ê bi namûs, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sax be.
Girse piştî ji ser gorê belav bûn rastî mudaxaleya polîsan hatin. Girse dema belav bû polîsan mudaxaleyî girsê kir û heta demekê alozî derket. Hefteya borî malbata Ozalp seri li Dozgeriyê dabûn, lê ji ber ku cenazeyê kurê wan perçe bûbû nas nekiribûn û mînaka xwînê ji bo testa DNA'yê dabûn Di 7'ê Çile de li navçeya Çelê ya Colemêrgê operasyon pêk hatibû û di Operasyonê de 14 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn.
Cenazeyê gerîla Mehdî Kurt jî ji Tetwanê heta Wane di bin şopadina polîsan ve hat rêkirin û îro ji aliyê 10 hezaran kesan ve li Goristana Xaçortê bi girseyî hat definkirin. Cenazeyê gerîla Mehdi Kurt (Rohat Garisa) ku di 7'ê Çile de di nava 14 gerîlayên HPG'ê de jiyana xwe ji dest dabû bi konvoyek mezin anîn Wanê. Malbatê serê sibê cenaze ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirtin û anîn Wanê. Malbatê ji ber berfa zêde xwestin îşev cenaze li Tetwanê bihêlin. Lê li ser zextên polîsan malbatê cenaze ji Tetwanê heta Wanê di bin şopdariya polîsan de anîn Wanê. Polîsên ku destûr neda cenaze li Tetwanê raweste, 154 kîlometre rêya di navbera Tetwanê û Wanêde karwana cenaze şopand û destûr neda ku konvoy li tu cihan raweste. Karwana cenaze li navçeya Westanê ji aliyê Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer û rêveberên BDP'ê ji aliyê sedan kesan ve hat pêşwazikirin. Karwan piştî hat pêşwazîkirin bi sedan maşîneyan ji Westanê birin anîn Xaçortê û xistin morga Mizgefta Fatihê. Cenazeyê Kurt li vir ji aliyê sedan kesan ve bi sloganên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" û "Gelê Wanê li şehîdê xwe xwedî derkeve" bi alên HPG'ê û wêneyên Kurt pêşwazî kir. Vecîbeyên olî şevê din li mizgeftê pêk hat û ciwanan heta serê sibê li ber cenaze nobet girtin. Serê sibê bi hezaran li ber mizgeftê kom bûn. Di merasimê de endam û rêveberên BDP, Şaredar û endamên meclisa şaredariyê Wan û Sixkê, TUYAD-DER, GOÇ-DER, NÇM, Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, KURDÎ-DER, MEYA-DER jî di navde bi hezaran kes kom bûn.
Girse piştî 3 kîlomerte meşiyan, ala PKK'ê û Konfederalizmê rakirin û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayê HPG'ê Kurt bilind kirin. Girsê di meşê de bê navber sloganên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" û "Gelê wanê bi te serbilind e,", "Ey şehîd riya te riya me ye" hat berz kirin û li ser gorê sirûda "Çerxa Şoreşê" hat xwendin.
Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, Wekîlê Serokê BDP'a Wanê Omer Ertaş axaftin kirin û sersaxî ji malbatê û gelê kurd xwestin. Birayê Mehdî Celalettin Kurt, jî xwest êdî ev şer û kuştin bi dawî bibe û dilê tu kesên din neyê şewitandin."
Bavê Mehdi Kurt Mehmet Kurt jî di sala 1994'an de ji ber zextên dewletê ji gundê Marinusê koçî Wanê kiribûn. Bavê Kurt Mehmet kurt di 2000'an de dema li gel hevalê xwe Cevher Orhan û Salih Orhan ji bo xwîzan kom bikin diçûn gund ji aliyê kontra ve hatin qetilkirn. Kurt, di 2008'ê an de tev li HPG'ê bûbû.