Sê jin, 260 roj, 6240 saet...

Sê jin, 260 roj, 6240 saet...

Piştî ku derket Ewropayê bû, jiyana wê her tim di nava bajaran de derbas dibû. Ev rêwîtiya bi trên û wesayîtan dihat kirin, ew ji civînekê dibir civîneke din. Dema ji bajarekî Elmanya dihat paytexta Fransa Parîsê, dibe ku civîneke din a li ser pirsgirêkên jinên Kurd li bendê bû. Vê carê ji bo demeke kurt hatibû Parîsê; pliştî kar û barên pasaport û burokratîk dê vegeriya çiyayên Kurdistanê. Mîna ku; piştî îşkenceyên hovane yên li zîndana Amedê berê xwe dabû çiyayên Kudistanê...

Eger beriya 260 rojan, yan jî beriya 6240 saetan yek ji damezrînera PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara) di roja 9'ê Çileyê de li nêzî Gare Du Nor a Parîsê, li navenda Kurdistan Enformasyon a li navnîşana "Rue la Fayett", bi Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) hatibûya qetilkirin, dê piştî çend rojan li çiyayên Kurdistanê bûya. Fîdan Dogan nûneriya Partîsê ya Kongreya Neteweyî ya Kurd a navenda wê li Brukselê ye, dikir. Leyla Şaylemez jî endameke tevgera ciwanan bû.

Her sê jî bi guleyên li serê wan ketî, hatibûn qetilkirin. Li Sara û Rohanî sê fîşek, li Rojbîn jî çar fîşek ketibû. Çavkaniyekî nêzî dosyayê digot, yek ji fîşekan di devê Rojbîn de hatibû teqandin. Li Parîsê, yekemcar sê şoreşgerên jin ên gelekî cuda bi awayekî komî dihatin qetilkirin. Demeke kurt beriya sûîkastê, Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan ê ji sala 1999'an û vir ve li Girtîgeha Îmraliyê di binê tecrîdê de ye, li gel hikûmeta Tirk ji nû ve dest bi hevdîtina kiribû. Lewma fikar û guman zêde bûbûn ku sûîkast "li dijî pêvajoya aştiyê ye."

MIJÊ LI DORA BERSÛCÊ KUJER

Mijê li dora bersûcê kujer ê bi navê Omer Guney ku piştî sûîkastê hat girtin, hînê nehatiye belavkirin. Di ser sûîkastê re heft meh derbas bûne lê belê rayedaran hînê daxuyaniyeke têrker a li ser sûîkastê nedane raya giştî. Der barê rêveçûna dozê de jî agahî nehatiye dayîn. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên nêzî dosyayê hatin wergirtin, li kinc û wesayîta Omer Guney şopa xwînê nehatiye dîtin. Omer Guney ê di temenekî biçûk de hat Fransayê, dûre li Elmanyayê zewicî, piştî cihêbûnê di dawiya sala 2011'an de li Parîsê yekemcar di nava çalakiyeke ciwanên Kurd a li Qada Bastîlle de hat dîtin, li vê çalakiyê ciwan bi guman nêzî wî bûne û ew ji çalakiyê qewirandine.

Guney piştî demeke kurt di Mijdara sala 2011'an de çû Komeleya Kurd a li banliyoya Vîllîers-le-Bel, li wir qeyda xwe çê kir û ji vê derê dest bi têkilîdanîna bi civaka Kurd re kir. Li gorî îstîxbarateke ku gihaşt organîzasyonên Kurd, di vê demê de Tirkiyê tîmeke sûîkastê şandiye Ewropayê ji bo li dijî rêveberên Kurd sûîkastê pêk bîne. Hişyarî ji organîzasyonên Kurd hatibû dayîn ku dewleta Tirk di dawiya sala 2011'an de tîmeke sûîkastê şandiye Ewropayê.

Guney ê bi kar û barên burokratîk ên penaberên Kurd re mijûl dibû, di Komeleya Kurd de ti carî di asta berpirsyariyê de wezîfe negirt ser milê xwe. Omer Guney di Adara sala 2012'an de di çalakiya ciwanên Kurd a dagirkirina Kûleya Eifellê de hat dîtin û li vir hat binçavkirin. Guney di Kanûna heman salê de vê carê jî di encama serdegirtina kampa ciwanan a li Holandayê hatibû binçavkirin. Ciwanên din bi saetan hatibûn lêpirsîn, lê Omer Guney bi awayekî balkêş bêyî îfadeya wî bê girtin di nava çend saetan de serbest hatibû berdan.

Dîsa li gorî agahiyên hatin bidesxistin, piştî çend lêgerînên li wesayîta Omer Guney, polîsên Daîreya Krîmînal pasaporteke Guney dîtibûn. Di pasaportê de gerên "nepenî" yên Tirkiyê derketibûn holê. Guney herî dawî di meha Kanûnê de, yanî çend hefte beriya sûîkastê ji bo sê rojan çûbû Tirkiyê û ev çûyîna wî hînê nehatiye zelalkirin. Hat îdîakirin ku der heqê bûyerê de li Tirkiyê lêpirsînê destpê kiriye, lê belê eger lêpirsîneke bi vî rengî hebe jî nayê zanîn di kîjan rewşê de ye.

Guney, kesekî ji aliyê servîsên Fransî ve dihat zanîn bû. Ji xwe dema li Holandayê hat girtin, ji polîsê Fransayê re hat ragihandin û ji ber vê yekê yekser hatibû berdan. Navenda Enformasyonê jî bi salan di bin çavdêriya servîsên îstîxbaratê yên Fransî û Tirk de bû.

Tê gotin ku di sûîkastê de bi tenê çekek hatiye bikaranîn. Lê rayedaran bi xwe ragihandin ku li ser qalikekî fîşekê DNA'yeke cuda hatiye peydakirin. Ti agahiyek bi raya giştî re nehat parvekirin ku di bûyerê de yek an jî zêdeyî yek kesî cih girtine, lê belê yek ji gumanên li benda bersivê ye.

DU MAÎLÊN SIRDAR

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên nêzî dosyayê û Kurd hatin wergirtin, demeke kurt piştî sûîkastê maîleke sirdar ket destê polîsê Fransayê. Maîl ji hesabekî ji Elmanyayê hatibû şandin, lê belê navnîşana IP jî Tehran nîşan dida. Çûn û hatina Tirkiyê ya Guney hînê ji aliyê raya giştî ve nayê zanîn, lê belê di vê maîlê de dihat ragihandin ku Omer Guney di seyahatên xwe yên li Tirkiyê yên meha Kanûnê de -demên wê tên vegotin- fermana sûîkastê wergirtiye û li Parîsê sûîkast kiriye.

Beriya sûîkastê maîleke balkêş jî ketibû destê Fîdan Dogan. Her çend ev maîl der heqê dozeke din a Kurd de bû jî piştî vê maîlê Dogan ketibû rewşeke diltirsiyê. Li gorî hin hevalên wê, bi rêya telefonê gef lê hatibû xwarin. Maîla mijara gotinê, têkiliya nêz û "dostane" ya dozgerê antî-terorê Thîerry Fragnolî ya bi derdorên netewperestên Tirk nîşan dida, ku ev dozger bi operasyonên sansasyonel ên li dijî Kurdan tê nasîn.

Ev maîl di 1'ê Cotmeha 2013'an de ji aliyê Fragnolî ve ji Sefaretxaneya Bilind a Fransayê ya li Enqerê re hatibû şandin. Di maîlê de ji Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ê Fransa tewanbar dikir, nerazîbûn dihat nîşandan. Fragnolî li pêşberî tewanbariyên Erdogan ku Fransa bi "destekdayîna terorîstan" tewanbar dikir, Fragnolî xwe weke kesê hedef hatiye girtin, didît. Erdogan Elmanya jî tewanbar dikir, lê belê dozgerên Elman reaksiyonek bi vî rengî nîşan nedabûn. Ya herî balkêş jî; ev maîla Fragnolî şand ji Sefaretxaneya Bilind a li Enqerê, piştî çend saetan ji dijberekî Ermenî û Kurd ê bi navê "Maxime Gauin" re hatibû şandin.

Maxime Gauin, di nûçeyeke li rûpela bolg a di rojnameya înternetê ya alternatîf a Fransî de şîroveyek nivîsandibû û bi gotina, "bi tenê têkiliyeke şexsî" pêwendiya xwe ya li gel Fragnolî qebûl kiribû. (http://blogs.mediapart.fr/blog/maxime-azadi/030613/dossier-kurde-un-juge-antiterroriste-francais-mis-en-cause). Di raporeke sexte ya li ser navê îstîxabarata navxweyî ya Fransî de, beriya demekê Gauin weke ajanê Fransî û Tirk dihat tewanbarkirin.

FRAGNOLÎ JI ŞAXÊ ANTÎ-TERORÊ HAT WERGIRTIN

Di maîlê de dihat ragihandin ku 3 hevalên dozger û dadgerekî alîkar ê hevalên Fragnolî bi nîvê dema xwe re bi PKK'ê re mijûl dibin û 28 komîser jî bi tenê ji bo vî karî dixebitin. Pênc roj piştî vê maîlê, yanî di 6'ê Cotmeha 2012'an de Endamê Konseya Rêveber a KNK'ê Adem Ûzûn li taxa Montparnasse ya Parîsê, li barekê bi operasyoneke tarî hatibû binçavkirin. Ûzûn di 9'ê Tebaxa 2013'an de di bin çavdêriyê de hatibû berdan.

Wezîfeya dadgeriyê ya Fragnolî ya li şaxê antî-teror a li Parîsê bi dawî bû yan jî hat bidawîkirin. Tê îdîakirin ku tayîna Fragnolî ya ji bo Dadgeha Asliye ya Bordeauxê hatiye xwestin.

KURD EDALETÊ DIXWAZIN

Sûîkasta li Parîsê zêdeyî heft meh in li benda ronîkirinê ye. Dibe ku ji aliyê servîsên Fransî ve tê zanîn, lê belê di çarçoveya berjewendiyên siyasî û aborî de ser tê nixumandin. Di her rewşê de, her ku Fransa bêdeng dimîne, berpirsyarî û gumanên li ser wê, zêde dibin.

Kurd beriya her tiştî "edaletê" dixwazin.

Ji ber vê yekê, her hefte roja Çarşemê ku di wê rojê de sê şoreşgerên jin ên Kurd hatin qetlikirin, bi pêşengiya jinan çalakî tên lidarxistin û tê xwestin ku bûyer bê ronîkirin û berpirsyar werin darizandin. Di çalakiyan de peyama "bêdengiya we, hevkariya we ye" ji dewleta Fransayê re tê dayîn.

Kurd, bi ronîkirina vê bûyerê re di heman demê de dixwazin bêdaletiya ji ber parçekirina erdnîgariya Kurd a bi Peymana Lozanê ya di salên Yekemîn Şerê Cîhanê de rû da, were sererastkirin. Di vê dema ku Kurd bi hêzeke mezin derketiye ser dika dîrokê û li Rojhilata Navîn veguheriye yek ji aktorên bingehîn, helwesta dewleta Fransayê ya di vê bûyerê de, dikare di têkiliyên pêşerojê yên li gel Kurdan de roleke diyareker bileyze.