Sedan kesan serdana mala sersaxiyê ya Şahîn Oner kir

Sedan kesan serdana mala sersaxiyê ya Şahîn Oner kir

Mala sersaxiyê ya ji bo ciwanê 19 salî Şahîn Oner yê ku polîsan di 10'ê Sibatê de maşîneya zirxî lê xist û qetil kir hat vekirin, ji aliyê sedan kesan ve hat ziyaretkirin. Di sersaxiyan de dayîka Şahîn Oner ji ser hişê xwe çû.

Di 10'ê sibatê de ciwanê 19 salî xwendekarê dibistana Amadeyî Şahîn Oner, ku 15'ê Sibata Roja anîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê şermezar dikir li taxa Şehîdlîkê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê polîsan bi maşîneya zirxî ya akrep lê xist û qetil kirin. Piştî duh cenazeyê Şahîn Oner li goristana Şehîdlîkê bi girseyi hat definkirin îro ji bo Şahîn Oner Mala Sersaxiyê ya Dicle ya navçeya Rezan hat vekirin. Piştî mala sersaxiyê hat vekirin, sedan kesan çû mala sersaxiyê ziyaret kir û sersaxî ji malbata Oner re xwest.

Di mala sersaxiyê de wêneyê Şahin Oner hat bicihkirin. Dayîka Şahîn Oner Besra Oner krawata kurê xwe ya dibistanê li serê xwe girê da û cilê kurê xwe yê dibistanê li xwe kir. Dayîka Besra Oner hêsir barandin û zirêr lorandin û piştî demekê ji ser hişê xwe çû. Piştî Besra Oner ji ser hişê xwe çû rakirin nexweşxaneyê. Malbata ku plan dikir serî li ÎHD'ê bide, ji ber Besra Oner ji ser hişê xwe çû serledana Şaxa ÎHD'ê taloq kir. Serdana sersaxiyê berdewam dike.