Sedhezaran diherikin qadên Newrozê

Sedhezaran diherikin qadên Newrozê

Pîrozbahiyên Newrozê bi coş berdewam dikin. Di 17'ê adarê de li 50 navendan, di 18'ê adarê de jî li 30 navenda û îro jî li 30 navendan pîrozbahiyî berdewem dikin û bi sedhezaran kes ber bi qada ve diherike.

Li Nisêbîn, Şirnex, Cizîr, Êlih û Agirî bi sed hezaran kes ber bi qadên Newrozê ve diherike. Bernameyên pîrozbahiyê bi mizûk û govendê dest pê kir.

NISÊBÎN: Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi hezaran kes ber bi qada Newrozê ve dihireke û pîrozbahiyê dest pê kir. Welatî serê sibê bi kincên gelerî ber bi qadê ve meşiyan û polîsan li gelek cihên navçeyê tedbîrên girtin. Bi hezaran welatî li 3 nokteyan piştî kontrola polîsan ketin Qada Newrozê ya li taxa Devrîmê. Li ser dikê bi kurdî û tirkî pankrata "Ji Ocalan re azadî ji kurdan re statu", wêneyên ji pêşengên PKK'ê Mazlum Dogan, Fermandarê HPG'ê Mehmet Şîrîn Cebe û wêneyên 3 jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin a nivîsa "Sê jinên azad em tu car jibîr nakin" hatin daliqandin. Li qadê sloganên "Bijî Serok Apo", "PKK gele gel li vir e" û "Ocalan" tên qîrîn. Li qada Newrozê abîdeya ji bo 17 kesên di Newroz sala 1992'yan de jiyana xwe ji dest dan hate çikilandin. Herîkîna welatiyan berdewam bike.

ŞIRNEX: Mitînga Newrozê ya Şirnexê ya li Qada Cumhuriyetê jî dest pê kir. Bi hezaran welatî serê sibê li 4 noqteyan piştî lêgerîna polîsan ketin qadê. Welatiyên Şirnexê bi kincên xwe yên gelerî ber bi qadê ve herîkîn. Li qadê gelek alên PKK û KCK'ê hatin vekirin û li ser dikê pankratên "Ji Ocalan azadî ji kurdan re statu", "Çareseriya Demokratîk" hatin daliqandin. Li qadê wêneyên parlementerên BDP'ê Selma Irmak û Faysal Yildiz ên girtî hatin daliqandin. Herîkîna welatiyan ber bi qadê ve berdewam dike û slogana "Bijî Serok Apo" tên qîrîn.

CIZÎR: Li navçeya Cizîrê ji bi hezaran kes bi kincên gelerî bi 8 aliyan de ber bi Qada Çarkendal a li taxa Surê ve herikî û pîrozbahiyê dest pê kir. Jin bi kincên gelerî û rengên kesk, sor û zer li qadê deryaya rengan pêk tînin. Li taxa Cudiyê bi sedan welatî hatin cem hev û ala PKK'ê ya ji 50 metreyan pêk tê û gelek alên PKK û KCK'ê û posterên Rêberê Gekm Kurd Abdullah Ocalan dest bi meşê kirin. Di meşê de sloganên "Bijî Serok Apo", "PKK gele gel li vir e" û "Ocalan" hatin qîrîn.

 Di meşê de welatiyên derdorê jî tevlî meşê bûn û bi hezaran kes bi meş ê ket qadê û bi çekip, tîlîlî û sloganên "Bijî Serok Apo" hate pêşwazîkirin. Li qadê alên PKK û KCK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin veksirin û li ser dikê jî pankratên "Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statu", "Bi gîyana şoreşgeri ji Rêber Apo re silav", "Heya Rêber Apo azad nebe, azadî şaşîtiye", "Yan bi Rêber Apo re jiyaneke azad, yan jî şadateki bi rumet", "Botan serhildane, serhildan azadiya Rêber Apo ye" û "Şoreşa Rojava, şoreşa tevahiya Kurdistanê ye" hatin daliqandin. Bi muzîkê bi hezaran kesan govend girti. Bernameya pîrozbahiyê hêj dest pê nekiriye.

RIHA: Li Rihayê jî Newroz li Pazara Şîre ya taxa Paşabagi bi tevlêbûna 10 hezaran dest pê kir. Li vir pankarta "Ji Ocalan re azad, ji kurdan re statu" ji aliyê polîsan ve bi hinceta ji aliyê dadgeha Elezîzê ve hatiye qedexekerin hat desteserkirin. Li şûna pankartê alên kesk, sor û zer hat vekirin. Newroza ku li hemberî çiyayê Nemrutê dest pê kir, di saetên serê sibêde hin rageşî pêk hat. Li qada Newrozê pankarta "Li dijî înkar û îmhayê 'Ez livir im" vekirin. Li vir jî gelek alên KCK'ê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Girsê bê navber siloganên "Ocalan" "Bijî Serok Apo" qîriyan. Serokê Komîteya Amadekar Celîl Soricî axaftina vekirinê kir. Dê Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Parlamenterê BDP'ê Îbrahim Bînîcî, xwişk û birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan, xwişkên Serokê Konseya KCK'ê Murat Karayılan Cemile û Xezal Karayilan amade bûn.

AGIRÎ: Li Agirî jî di saetên serê sibê de bi hezaran kes li ber avahiyên BDP'a Agirê kom bûn û bi meşê derbasî qada Newrozê Pazara Pûş bûn. Li qada Newrozê pankarta "Newroz pîroz be" vekirin û siloganên "Bijî Serok Apo", "PKK gel gel li vir e", "Bê Serok jiyan nabe" diqîrin. Girse di 8 noqteyên lêgerîna re derbasî qada Newrozê bûn. Komê dîsa li qada Newrozê pankartên "Silav ji Aştiyê re", "Newroz pîroz be", "Ji Ocalan re azadî ji Kurdan re statu" vekirin. Dîsa posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin. Pîrozbahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Pîrozbahî dê bi axaftina Parlamenterê BDP'ê yê Agiriyê Halil Aksoy û konsera Hozan Canê berdewam bike.

ŞEMZÎNAN: Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê beriya pîrozbahiya Newrozê esnafan dikanên xwe veneirin. Girse ji serê sibê de li qada Çemê Pêsanê kom bûn. Welatiyên ji gundên derdorê hatin jî coş û rengek da Newrozê. Welatî piştî di 2 noqteyên legerînê re deras bûn ketin qada Newrozê. Ji bajaroka Rûbarokê tevlêbûna Newrozê zêde bal kişand ser xwe. Pirozbahî didome.