Seferatxaneya Tirk a li Mardrîdê li pey neçîra Kurdan e

Seferatxaneya Tirk a li Mardrîdê li pey neçîra Kurdan e

Rejîma AKP’ê ku di hundir de bi leşker, polîs û darazê neçîra Kurdan dike, li derve jî sefaretxaneyê wê bi sûcdariyên bê bingeh Kurdan dike hedef. Di encama gilîkirina seferatxaneya tirk a Madîrîdê du esnafên kurd hatin binçavkirin. Balkêşe ku binçavkirin çend saet piştî xwepêşendana li ber seferatxaneyê pêk hatiye.

Li Madrîdê di 7’ê tebaxê de di encama serdegirtina mal û kargehan welatiyê bi navê Nîzamettîn Gul û Y. E hatin binçavkirin. Gul ku ji ANF’ê re axivî diyar kir ku 35 saetan di bin çavan de mane û piştre hatine berdan.

Gul da zanîn ku li ser gilîkirina seferatxaneya tirk der barê wan de bi hinceta ku ‘fînansmana terorîzmê dikin’ û ‘bi zorê pere berhev dikin’ hatine binçakirin û got 3 meh berê jî bûne mijara dozeke wisa.

Gul wiha got: “Em 3 meh berê jî derketin dadgehê. Me berat kir. Dadgehê berovajî sûcdariyan got ku ji ev mirov kurdin rastî îftereyê hatine. Ev binçavkirin piştî çalakiya li ber seferatxaneyê pêk hat. Ez û Y.E di komîteya tertîp a çalakiyê de cih digirin.”

Di 7’ê tebaxê de çalakî pêk hatibû û nêzî 100 kesî tevli bibûn. Êrîşên l ser kurdan û tecrîda girankirî ya li ser Ocalan hate şermezarkirin.