'Şehîdên Ava Mezin' hatin bi bîranîn
'Şehîdên Ava Mezin' hatin bi bîranîn
'Şehîdên Ava Mezin' hatin bi bîranîn
Kurdistaniyên li bajarê Almanyayê Hannoverê dijîn di şexsê Behya Yasita (Hacer) ku di 4’ê Kanûna sala 1989’an de li Cizîrê jiyana xwe ji dest da hemû cangoriyên Kurdistanê bibîr anîn.
Kurdistaniyên li bajarê Lehrteyê hatin gel hev, Kurdên li Hannovereyê û yên derdora wê dijîn beşdarî bîranînê bûn. Cangoriyên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd bi civînekê bi bîranî. Ji aliyê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Hannoverê û komîsyona Jinan ve di şexsê Behya Yasît de hemû cangoriyên berxwedana Ava Mezin bi bîranîn.
Civînê bi rêzgirtinê destpêkir. Piştre sînevîzyona têkoşîna Behya vedibêje hat nîşandan. Piştî sînevîzyonê dayik û bavê Behyayê mafê axaftinê girtin û bavê wiha got: “Şehîd Hacer şehîda Kurdistanê ye. Ne tenê şehîda meye, şehîda hemû Kurd û Kurdistanê ye. Em bi vîn ji berî 25 salan bûn welatparêz, û me têkoşîn naskir û ji vê rojê ta niha em hewildidîn ku bi welatparêzî bimînin.” Dayîka wê ji wiha axivî: “Hacer di sala 1989’an de şehîd ket. Lê belê keda wê li erdê nema. Gel û hevalên wê mildan milê wê û ta van rojan da jiyan kirin. Ew tenê keça mine. Ev keça hemû Kurdistanê ye. Tişta ku dikeve li ser milê ewe ku em bibin layîqê wan.”
Piştî axaftina dayik û bavê Hacerê, li ser navê Tevgera Jinên Kurd Yildiz Aktaş mafê axaftinê girt û wiha hat gotin, 'Di şexsê şehîd Hacer de hemû şehîdên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurdistanê bi bîranîn deynekî yê me ye. Têkoşîna gel, Şehîdan û Rêbertiyê em anîn van rojan. Rastiyekî ku hemû cihanê pejirandiye.'
Behya Yasit Zaroka malbatekî Êzîdî ya li Ewrûpayê dijiya. Wek zaroka 9’emîn ya malbatê hatiye dinyayê. Behya di sala 1968’an de li gundê Êlihê Hemdunyayê ji dayîk bûye, di sala 1986’an de diçe Ewrûpayê. Di salên ku li bajarê Almanyayê Hennnoverê dijîn tevgerê nas dikin. Piştî nasdike biryara tevlîbûnê dide. Pişte re derbasî kampa Bekaayê dibe li wir perwerdeya leşkerî û siyasî dibîne. Piştî perwerdeyê ji bo derbasî qada Botanê bibe bi komek hevalên xwe re dikeve li ser rê, dema ku di xwazin li ser çenê Dicle re derbas bibin rastî kemîna leşkerên Tirk tên, bi rojê heya êvarî dikevin şer. Di dema şer de bi 11 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest dide.
Mihyetîn, Ahmet, Zinar li Botanê li qada Mem û Zînê li gel 11 hevalên xwe hatine defin kirin. Di heman demê de Binevş Agal(Bêrîvan) ku di 1’ê Çileyê sala 1989’an de jiyana xwe ji destdayî goristna wê li hema cihîiye.
Li ser navê Komîsyona Jinan jî Xanê mafê axaftinê kir û da diyar kirin rastiya bi şehîdan ve girêdayîn bûyîn bîranîna wane û got: “ Têkoşîna hevpar ya îro têmeşandin, divê ji şerê heyî re bêje raweste, ji bo windahî çênebin û aştî pêkbê têkoşinekî hevpar bidîn meşandin. Emê bi têkoşîna şehîdên xwe re girêdayî bin.”
Hevala Hacer ku li Ewrûpayê li gel hev kar dikirin Xanê jî helbesta ku der barê hevala xwe de nivîsandibû, xwend.
Bîranîn piştî xwarinê bi dawî bû.