‘Şehîdên Cotmehê’ li Berlînê hatin bîranîn
‘Şehîdên Cotmehê’ li Berlînê hatin bîranîn
‘Şehîdên Cotmehê’ li Berlînê hatin bîranîn
'Şehîdên Cotmehê' bi civînekê li payexta Elmanya Berlînê hatin bîranîn. Civîna ku ji aliyê Meclîsa Jinan a Berlînê (Desdan) û Meclîsa Demokratîk a Gelê Kurd li Berlînê ve li Komeleya Kurdan a Berlînê pêk hat.
Li salona civînê de ji bo gerîlayên ku di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane koşeyek ku bi çelenk û gulan hate xemlandin hat amadekirin û find hatin pêxistin. Civîna bîranînê di kesayeta “Şehîdên Meha Cotmehê” de ji bo bîranîna hemû têkoşerên di rêya azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.
Li ser navê Malbatên Şehîdan Daye axivî û diyar kir ku pêwîste xwedî li bîranîna şehîdên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane were derketin û got: “Yên ku gelê Kurd ê navê wê nedihat bilêvkirin gihandiye roja îro, şehîdên me ne. Şehîdên 4 parçeyên Kurdistanê şehîdên me hemûyane. PKK bi 20 hezar şehîdên xwe partiya şehîdane. Me di kesayeta şehîdên xwe de Kurdayetî û dîroka xwe nas kirin. Ji bo em xwedî li şehîdên xwe derkevin pêwiste rêxistin û yekitiya xwe em di her warî de mezin bikin.”
Piştî axaftinan Hozan Bengî Agirî jî berhemên xwe yên ji bo gerîlayên jiyana xwe ji dest dane çêkirî xwend. Civîn bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.
Di vê navberê de îro li avahiya Weqfa Rosa Luksembûrg a li Berlînê panelek li ser mijarên Rojavayê Kurdistanê tê lidarxistin. Panêla ku saet di 16.00’an de tê li darxistin Hevserokê PYD’ê Salih Muslim weke axaftvan beşdar dibe.