"Şehîdên Cotmehê" li Dusseldorf û Reomondê hatin bibîranîn
"Şehîdên Cotmehê" li Dusseldorf û Reomondê hatin bibîranîn
"Şehîdên Cotmehê" li Dusseldorf û Reomondê hatin bibîranîn
Di kesayeta şoreşgera jin Gulnaz Karataş bi nasnav Bêrîtan de li bajarê Elmanyayê Dusseldorfê û li bajarê Holanda Reomondê "Şehîdên Cotmehê" hatin bîranîn.
Meclîsa Jinên Kurd li Dusseldorfê ji bo bîranîna "Şehîdên Cotmehê" civînek lidar xist. Bi beşdariya bi dehan kesan civîn li Navenda Çanda Kurdan bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Di axaftina li ser navê Malbatên Şehîdan de hat destnîşankirin ku Bêrîtan bi helwesta xwe ya rêxistinî û vîna azad li hemberî xeta xiyanetê têkoşînek bi rûmet meşandiye, lewma bûye sembola berxwedanê.
Dîsa jî li ser navê meclîsa jinan Axîn Gulo axivî û da diyar kirin ku ewê herdaîm di xeta Şehîd Bêrîtan de têbikoşin.
Beşdarvanan bi diruşmên "Şehîd Namirin" civîn bi dawî kirin û rejîma Îranê, ku 2 siyasetmendarên kurd bi darvekirin, şermezar kirin.
Li bajarê Holanda Roermondê jî "Şehîdên Meha Cotmehê" bi çalakiyekê hatin bîranîn.
Hevserokê KONGRA GEL di bîranîna li vê derê de axivî û got, "Di serî de malbatên şehîdan ez bang li hemû welatparêzan dikim ku xwedî li partî û gelê xwe derkevin."