"Şehîdên Cotmehê" li Ewropayê hatin bîranîn

"Şehîdên Cotmehê" li Ewropayê hatin bîranîn

Ji bo têkoşerên azadiya gelê Kurd ên di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane werin bîranîn, li bajarê Elmanya Bîelefeld, li bajarên Swîsre Wînterthûr û Bern û li bajarê Awûstûrya Viyanayê çalakî hatin lidarxistin.

Merasîma bîranînê ya li bajarê Swîsre Wînterthûrê hat lidarxistin bi beşdariya nêzî 200 kesan pêk hat. Di çalakiyê de peyama Komîteya Malbatên Şehîdan hat xwendin, li ser navê Tevgera Jinê Şukran Sîncar, siyasetmedarê Kurd Mûstafa Sari û li ser navê Dayikên Aştiyê Zahîde Çaçan axivîn.

Piştî axaftinan, sînevîzyone li ser şoreşgerên Kurd ên di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan, hat nîşandan. Piştî nîşandana sînevîzyonê çalakiya bîranînê bi dawî bû.

LI BERNÊ BÎRANÎN

Li paytext Bernê jî nêzî 100 kes ji bo "Şehîdên Cotmehê" bibîr bînin hatin cem hev. Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û li ser navê Tevgera Jinê Guler Sirm, li ser navê Meclîsa Herêma Bernê Hanîfî Hoca û li ser navê PYD'ê Hasan Resul axivîn.

Di çalakiyê da daxuyaniya KCK'ê ya li ser "Şehîdên Cotmehê" hat xwendin û bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.

"ŞEHÎDÊN COTMÊH" LI BÎELEFELD Û GÎESSENÊ HATIN BÎRANÎN

Li bajarê Elmanya Bîelefeldê, "Şehîdên Cotmehê" hatin bîranîn. Di merasîma bîranîna ya bi beşdariya 150 kesî de li ser navê Civaka Azad Tahîr Koçer axivî û destnîşan kir ku şehîd temînata tevahiya gelê Kurd e. Koçer da xuyakirin ku bi xwedîderketina li nasnameya xwe re Kurd xwedî li bîranîna şehîdan derdikeve.

Dayika du şehîdan Zekiye Yilmaz jî diyar kir ku ew her kesên di têkoşîna azadiyê ya Kurdan de jiyana xwe ji dest didin weke zarokên xwe dibîne û destnîşan kir ku li pêşberî bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewîne.

Di merasîma bîranînê de nûnerên Komîteya Êzidiyan, Platforma Yekitiya Hêzê ya Demokratîk, Saziya Elewiyan, Mizgefta Şêx Seîd a Bîelefeldê amade bûn.

Li Gîessenê jî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Berçem "Şehîdên Cotmehê" hatin bîranîn. Bîranîna li Komeleya Çanda Mezopotamya ya li Gîessenê, saet di 14.00 de bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

Di bîranîn de nivîsa YJA Star a ji bo Gulnaz Karataş (Bêrîtan) amade kiribû, hat xwendin. Dûre jî li ser navê Meclîsa Jinê ya Berçem, Meclîsa Gel a Herêmê, ciwan û malbatên şehîdan axaftin hatin kirin.

Li dû sînevîzyonê jî, ji aliyê Meclîsa Jinê ya Berçem ve helaw hat belavkirin.

LI VIYANAYÊ BÎRANÎN

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê ji aliyê Komeleya Jinê ya AVESTA ve merasîmek bîranîna "Şehîdên Meha Cotmehê" hat organîzekirin.

Di çarçoveya çalakiya ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir de, ji bo gerîlayên jiyana xwe ji dest dane koşeyek bi kulîlkan hat amadekirin û find hat vêxistin. Li ser navê AVESTA Nûcan Guleryuz peyivî û diyar kir ku Jinên Kurd dê bi xeta Bêrîtan re dilsoz bin. Di merasîmê de cangoriyên Kurdistanê yên li Rojava jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn û çalakî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.