‘Şehîdên Cotmehê’ li Grazê hatin bîranîn
‘Şehîdên Cotmehê’ li Grazê hatin bîranîn
‘Şehîdên Cotmehê’ li Grazê hatin bîranîn
Li bajarê Awûstûrya Graz'ê civîna bîranîna 'Şehîdên Cotmehê' hat lidarxistin.
Civîn bi beşdariya hejmareke zêde Kurdistanî û xizmên şehîdan pêk hat û saet di 15'an de bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Civîna ku ji aliyê komîsyona jinan ve hat organîzekirin, li Navenda Enformasyona Kurdistanê pêk hat.
Di axaftinên li civînê de hat destnîşankirin ku PKK partiyeke şehîdan e û hat gotin, "Şehîd rûmeta Kurdistanê ne û wê ti carî neyên jibîrkirin."
Di di axaftinan de hat ragihandin ku gerîla li dijî teslîmkarî û xiyanetê xwedî sekneke nû ye û hat destnîşankirin ku ev rastî di kesayetiya Gulnaz Karataş (Bêrîtan) de xwe bi awayekî zelal nîşan daye.
Her wiha hat destnîşankirin ku rêya yekane ya xwedîderketina li şehîdan xwedîderketina li têkoşîna wan e.
Di civînê de rewşa li Rojavayê Kurdistanê hat nirxandin û banga xwedîderketina li Şoreşa Rojava hat kirin.
Civîn bi dayîna xwarinê danê êvarê bi dawî bû.