'Şehîdên Cotmehê' li Hambûrg, Lûdwîgshafen û Den Haagê hatin bîranîn
'Şehîdên Cotmehê' li Hambûrg, Lûdwîgshafen û Den Haagê hatin bîranîn
'Şehîdên Cotmehê' li Hambûrg, Lûdwîgshafen û Den Haagê hatin bîranîn
Li bajarên Elmanya Hambûrg û Lûdwîgshafenê û li bajarê Holanda Den Haagê, 'Şehîdên meha Cotmehê' hatin bîranîn. Di civîna li Den Haagê de Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Nazmî Gur peyivî û destnîşan kir ku di encama têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, keda cangorî û gelê Kurd de hatine van rojan.
HAMBÛRG: Li bajarê Elmanya Hambûrgê, ji bo têkoşerên di rêya azadiyê ya gelê Kurd de di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane, civîneke bîranînê hat lidarxistin. Civîna ji aliyê Meclîsa Jinê ya Rojbîn ve hat organîzekirin, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Seroka Navenda Çandê ya Kurd-Elman Nazan Ulgut di axaftina vekirinê ya civînê de diyar kir ku di kesayetiya cangoriyên di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane, ewê bibin şopdarên felsefe û xeta Bêrîtanan.
Nûnera Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE) got, "Hurmet û cidîbûna li pêşberî şehîdan, tê wateya serxistina têkoşînê."
Nûnera TJKE got, "Mirin ji her kesî re heye" û destnîşan kir ku ya girîng watedayîna jiyanê ye.
Di dewama axaftina xwe de got, "Divê em bi zanebûn nêzî şehîdan bibin, jiyana wan, tiştên wan kirine û nekarî bikin baş lêkolîn bikin. Mîrateya wan di kesayetiya xwe de bi pêş bixin ku em hêjayî wan bibin."
Nûnera TJKE da xuyakirin ku Andrea Wolf, Çîgdem Turk û Hêlîn Çerkez ên di meha Cotmehê de jiyaan xwe ji dest dane, karektera enternasyonalîst a tevgera azadiyê ya Kurd nîşan dide û bibîr xist ku di civîna "bîranîna şehîdên meha Cotmehê" ya par li Hambûrgê hat lidarxistin, yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz a li Parîsê hat qetilkirin, beşdar bûbû. Li dû axaftinan sînevîzyon hat nîşandan. Çalakî bi stranên hunermendên ciwan Nûjîn û Nûpelda bi dawî bû.
LÛDWÎGSHAFEN: Li bajarê Elmanya Lûdwîgshafenê "Şehîdên meha Cotmenê" hat bîranîn. Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê li Komeleya Çanda Kurd a li Lûdwîgshafenê destpê kir. Di bîranînê de giştînameya Saziya Malbatên Şehîdan hat xwendin, sînevîzyon hat nîşandan. Malbatên Şehîdan û Kurdistaniyan "Şehîdên meha Cotmehê" bibîr anîn.
Li salona bîranînê wêneyên Şervan Muslim ê çend roj berê li Rojava jiyana xwe ji dest da, Rustem Cûdî, Elîşêr Koçgirî, Çîçek Kîçî, Gulnaz Karataş (Bêrîtan), Gûrbetellî Ersoz û şoreşgerên enternasyonalîst hatin daliqandin. Di çalakiya ku ji aliyê komîsyona jinê ve hat organîzekirin de peyama "Ji bo bersiv ji bîranîna şehîdan re bê dayîn, divê li dora şoreşa Rojava û Rêber Apo her kes bicive" hat dayîn.
DEN HAAG: Li bajarê Holanda Den Haagê cangoriyên Kurdistanê yên di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn. Di civînê de, di kesayetiya Celal Barak (Zeynel) de hemû şoreşgerên di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn û di serî de 'malbatên şehîdan' gelek Kurdistanî lê amade bûn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê Serokê Meclîsa Gel a Den Haagê Aydin Yuce û Endamê Meclîsa Gel Mercan Karadag axivîn.
Karadag got, "Şehîdên meha Cotmehê, feydeyeke gelekî mezin dane têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê. Ew bûn afirînerên mirovên azad." Li dû Karadag xwişka Celal Barak Songul Barak peyivî û bi zaravayê Zazakî behsa têkoşîna kekê xwe kir.
Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Nazmî Gur jî axaftina xwe bi zimanên Kurdî û Tirkî kir.
Gur got, "Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi şehîdan û berdêlên giran ên gelê Kurd hatiye vê rojê" û destnîşan kir ku di encama vê yekê de bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyeke aştiyê destpê kiriye.
Gur der barê pêvajoya aştiyê de bi kurtî agahî da û diyar kir ku hikûmeta AKP vê pêvajoyê heba dike. Gur ragihand ku pêvajoya aştiyê bi hewldanên Ocalan heta vê qonaxê hatiye û destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê gelekî dûrî demokrasiyê ye û hewl dide vê pêvajoyê veguherîne berjewendiyên xwe. Gur diyar kir ku pakêta demokrasiyê ya Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî weke "razemeniyek ji bo rapora pêşketinê ya Yekitiya Ewropayê" bi nav kir.
Gur polîtîkayên AKP'ê yên li dijî Rojava bi tundî rexne kir û anî ziman ku gelê Rojava di rewşa heyî de pêwistiyê bi alîkariya tevahiya gelê Kurd dibîne. Gur da xuyakirin ku girîng e di vî warî de her kes bi berpirsyariyên xwe rabin û got, "Divê Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, şoreşa Rojava bi gelên din bidin naskirin."
Gur got, "Gelekî Rêberê xwe ne azad be, ew jî ne azad e" û li ser vê bingehê bal kişand ser girîngiya pêkhatina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê.
Li dû axaftinan ji bo bîranîna şoreşgerên Kurdistanê yên di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane, xwarin hat dayîn.