"Şehîdên Cotmehê" li Strasboûrg’ê hatin bîranîn
"Şehîdên Cotmehê" li Strasboûrg’ê hatin bîranîn
"Şehîdên Cotmehê" li Strasboûrg’ê hatin bîranîn
Li bajarê Fransa Strasboûrgê ji bo bîranîna şoreşgerên di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane, bîranînek hat organîzekirin. Bavê Fîdan Dogan (Rojbîn) Hasan Dogan û dayika gerîla Aysel Lort li civînê axivîn û banga xwedîderketina li têkoşîna cangoriyên Kurdistanê kirin.
Çalakiya bîranînê ji aliyê Meclîsa Gel a Strasboûrgê û Mala Çandê ya Mezopotamyayê ve hat organîzekirin û nêzî sed Kurdistanî beşdar bûn. Li bîranînê li ser navê Komîteya Şehîdan dayika gerîla Aysel Lort û bavê Fîdan Dogan a di komkujiya li Parîsê de hat qetilkirin, Hasan Dogan axivîn. Aysel Lort destnîşan kir ku gelê Kurd wezîfeyên xwe yên li pêşberî cangoriyan, bi xwedîderketina li têkoşînê dikare bicih bîne.
Hasan Dogan jî diyar kir ku di serî de gelê Amedê hemû Kurdistanî xwedî li şehîdên Parîsê derketin. Dogan diyar kir ku divê gelê Kurd şehîdên xwe bide jiyîn û bal kişand ser girîngiya ronîkirina komkujiya Parîsê.
Li dû axaftinan sînevîzyonek ji wêneyên şoreşgerên di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane, hat nîşandan. Bîranîn dûre bi dayîna xwarinê bi dawî bû.