‘Şehîdên meha Cotmehê’ li Hannoverê hatin bîranîn

‘Şehîdên meha Cotmehê’ li Hannoverê hatin bîranîn

Li bajarê Elmanya Hannoverê, gerîlaya PKK'ê Gulnaz Karataş û navên pêşeng ên Têkoşîna Azadiya Jinê yên di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane, hatin bîranîn.

Li bajarê Elmanya Hannoverê, 'Şehîdên meha Gulanê' hatin bîranîn. Civîna li Mala Gel a Kurd bi organîzeya Komîsyona Jinê ya Meclîsa Gel duh pêk hat.

Di civînê de di kesayetiya Gulnaz Karataş (Bêrîtan) a di 24'ê Cotmeha 1992'an de jiyana xwe ji dest da hemû gerîlayên jin ên jiyana xwe ji dest dane hat bîranîn. Çalakî saet di 16:00 de bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, sînevîzyon hat nîşandan û li ser navê Tevgera Jinê ya Kurd axaftin hatin kirin.

Di axaftinê de bal hat kişandin ser têkiliya diyalektîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di navbera xeta azadiyê ya jinê û rastiya şehadetê de û hat destnîşankirin ku şerê Tevgera Azadiyê ya Kurd a li hemberî dewleta Tirk û berxwedana lid ijî xeta nokeriyê, di kesayetiya Karataş de xwe daye der. 

Di axaftinê de hat diyarkirin ku di warê pêkhatina artêşbûyîna jinê de Karataş semboleke û hat ragihandin ku di meha Cotmehê de gelek şoreşgerên enternasyonalîst li refên PKK'ê jiyana xwe ji dest dane û hat gotin, "Di kesayetiya Sanem Bertan (Canda Turk) û Andrea Wolf (Ronahî) yên di meha Cotmehê de şehîd ketin, Rêberê me azadiya jinê veguherand rewşeke gerdûnî."

GERÎLAYÊN LI GELIYÊ TIYARÊ JIYANA XWE JI DEST DAN HATIN BÎRANÎN

Di çalakiyê de 36 gerîlayên di 22-24'ê Cotmeha 2011'an de li Geliyê Tiyarê yê navçeya Colemêrg Çelê jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.

Li dû axaftinan, merasîma bîranînê bi dayîna xwarinê ji bo bîranîna têkoşerên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, bi dawî bû.