'Şehîtgeha Şehît Harûn' ji aliyê hezaran ve hat vekirin

'Şehîtgeha Şehît Harûn' ji aliyê hezaran ve hat vekirin

"Şehîtgeha Şehît Harûn a li Navçeya Liceyê ya Amedê ji aliyê hezaran kesan ve bi merasimek mezin hat vekirin. Di vekirinê de li ser navê "Fermandariya Eyaleta Amedê ya HPG'ê daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: "Ji bo xwedîderkatina şehîdan û têkoşînê çalakî divê. Xwedîderketin bi bilindkirina ala şoreşê pêk tê."

"Şehîtgeha Şehît Harûn" ya li Gundikê Şenê ya Liceyê ku bi navê "Qada Apê Musa" tê binavkirin, bi tevlêbûna hezaran û merasimekê hat vekirin. Ji bo "Şehîtgeha Şehît Harûn" a ji gorên gerîlayên ARGK û PKK'ê yên di demên cuda û li deverên cuda de jiyana xwe ji dest dane pêk tê, bi hezaran kes ji Amed û navçeyên Amedê ber bi Qada Apê Musa de derketin rê û piştî lêgerîna 4 nuqteyên leşkeriyê derbasî qada Apê Mûsa ya Gundikê Şenê bûn. Di vekirina şehîtgehê de malbatên gerîlayên PKK'ê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî di navde nêzî 3 hezar kes amade bûn. Di merasima vekirina Şehîtgehê de Parlamentera BDP'ê ya Amedê Emine Ayna, dayika endamê Konseya Leşkerî yê HPG'ê Ertem Karabulut (Numan Amed) Remziye Karabulut, nûnerên Egîtîm Sen, BDP, MEYA-DER, Dayikên Aştiyê jî amade bûn. Li gelek gir û zinarên bilind ên derdora şehîtgehê alên PKK û KCK'ê hatin vekirin. Dîsa li qadê pankartên "Rêbertiya Azad, ciwanên azad û pêşeroja azad", "Em dê ne bi vekişînê, bi şer azad bibin", "Di pakêta Erdogan de kundirê xerabe derket, di pakêta Serok Apo de azadî derket", "Heta serok azad nebe, şerê kurd davi nabe" vekirin. Li qadê posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ala PKK'ê yên mezin hatin vekirin. 

Berî vekirina Şehîtgehê gelek malbat çûn ser gorên zarokên xwe û zimêr lorandin. Ji ber ku şehîtgeh li herêma şikefta ku di 31'ê Kanûna 2012'an de Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Ertem Karabulut (Numan Amed) û 9 gerîlayên HPG'ê têde jiyana xwe ji dest dan, hate vekirin, malbatan çû şikeft jî ziyaret kir. 

Merasimê bi rêzgirtinê dest pê kir û piştî rêzgirtinê sirûda "Çerxa Şoreşe" hat xwendin. Piştre bê navber silogana "Şehid namirin" hat gotin. Di vekirina Şehîtgehê de Seroka Şaxa MEYA-DER'ê Leyla Ayaz, axivî û li ser girîngî û pîrozbahiya şehîtgehê rawestiya. Parlamentera BDP'ê ya Amedê Emine Ayna jî diyar kir ku di rojên wisa de axaftin bi wan pir zor e û wiha got: "Em êşa me û hem jî hêrsa me pir e. Her tim ji bo kurdan êş û zilim kirine par. Her tim para kurdan bûye mirin û kuştin. Em êrîşên li dijî Şehîtgehên Nisêbînê û Tetwanê jî şermezar dikin." 

Piştî Ayna bavê Huseyin Ozbey (Şehid Harun) Mahmut Ozbey axivî. Ozbey, anî ziman ku li hemberi vê diyarî û hestiyariyê mirov nikare biaxive û zahmet e. Ozbey, da zanîn ku hemû kesên cenazeyên wan li vir in şehîdê wan in. 

DAXUYANIYA FERMANDARIYA HPG'Ê YA EYALETA AMEDÊ

Piştî axaftinan li ser navê Fermandariya Eyaleta Amedê ya HPG'ê welatiyekî rûpoş daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku gelê kurd di nava dîrokek serkeftî û girîng re derba dibe û wiha got: "Gelê kurd di vê dîrokê de pir êş, jan, kutin, û zor dîtin. Bi qasî van êş û zoran ew qas jî berxwedanek mezin nîşan dan û li hemberî van bedelan serkeftin bi dest xistin. Starta mudaxaleya Rojhilata Navîn bi komploya 9'ê Cotmehê derxistina Rêber Apo ya Sûriyeyê dest pê kir. Bi dilgirtina Rêber Apo xwestin tevgera azadiyê û kurdan têk bibin û Rojhilata Navîn li gorî xwe bi teşe bikin. Lê Rêber Apo destûr neda vê yekê. Rêber Apo bi têkoşîna mezin a 15 salan feraseta wan pûç kir." 

'ŞOREŞA ROJAVA ENCAMA BERXWEDANÊ YE'

Fermandariyê di daxuyaniyê de bal kişand ser "Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad" ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û wiha got: "Şoreşa Rojava encama têkoşîna 40 salan a şên ber e. Komara Tirkiyeyê li Bakurê Kurdistanê ji bilî agirbestê tu tişt nekiriye. Li aliyê din li dijî gelê Rojava çeteyan dişîne. Ciwanên kurdan dixapîne û kurdan bi kurdan didin kuştin. Ji ber vê yekê berpirsiyarî û erka li ser milê ciwanên kurd ji her demê bêtir e. Divê ciwanên kurd bêtir cihê xwe di nava çalakiyên têkoşina azadiyê de cih bigire. Ji bo lêxwedîderketina şehîdan û têkoşînê çalakî divê. Lêxwedîderketin di sînorê azadiyê de bi bilindkirina ala şorexê pêk tê. Dibe ku Şehid Harun, Şehit Cemal, Şehid Numan şehîdên din bi awayekî fîzîkî jiyana xwe ji dest dabin, lê armanc û heviyên wan her ku diçe mezin dibin û digêjin serkeftin û azadiyê. 

Tevgera PKK'ê tevgera ciwanan e. Di dilê ciwanên kurd de arê azadiyê bilid dibe. Em bang li ciwanên kurd ku bi evîna azadiyê û heqîqetê dile wan disoşe dikin û dixwazin berê xwe bidin çiyayan. Hamleya ku Rêber Apo daye destpêkirin dê azadiyê ji gelê kurd re bîne. Bi wesileya Şehitgeha Şehid Harun em bang li hemû gelê xwe dikin ku li têkoşîn û hamleya Rêber Apo xwedî derkevin dikin. 

Piştî daxuyaniyan navên cenazeyên gerîlayên ARGK û PKK'ê yên anîne goristanê hatin xwendin. Li qada ku dema nav hatin xwendin bêdengiyek mezin çêbû, demên hêstiyar hatin jiyandin. 

Navên gerîlayên ARGK û PKK'ê yên li Goristana Şehît Harun hatin definkirin wiha ne: 

Di sala 1997'an de li Sasonê bi Harun a PKK'yî re bi tevahî 7 kes jiyana xwe ji dest dan. 

Gora hejmara 1: Cahît Ferman (Abdullah Ferman), di 1988'an de li Lubnanê tevlî bû, navê dayik Ayşe, di sala 1994'an de li gundê Baravê ya Lîcê jiyana xwe ji dest da. 

Gora hejmara 2: Şehmuz, ji Meletî, di 1994'an de li gundê Baravê ya Lîcê jiyana xwe ji dest da. 

Gora hejmara 3 û 4: Nusret-Azad, 1994 li gundê Baravê ya Lîcê jiyana xwe ji dest da. 

Gora hejmara 5: Kuris Deleyî Mîlan, ji Rojhilat, navê bav Xalit, li gundê Xeylan a girêdayê Paluyê bi 3 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da (1996). 

Gora hejmara 6,7 û 8: Zerdeşt, Ahmet Mêrdîn û gerîlayêkî PKK'ê yê navê wî nayê zanîn, di sala 1906'an de li gundê Xeylana Jorê ya girêdayê Palû jiyana xwe ji dest da. 

Gora hejmara 9: Nav nayê zanîn, xort e, di navbera salên 1998-99'an de di navbera gundên Korxe û Markê de jiyana xwe ji dest da. 

Gora hejmara 10: Nav nayê zanîn, di sala 1997'an de li Girê Xorpet a girêdayê Xanî jiyana xwe ji dest da. Pêvçûn li nêzî Legê Mêzelê çêbû. 

Gora hejmara 11: Şoreş Erxenî, di 1997'an de jiyana xwe ji dest da. Cenazeya wî ji gora Hege ya Horselîna jor a girêdayê Xanî hate derxistin. 

Gora hejmara 12: Cemşît, ji Bismilê ye, di 1996'an de li Hegaderê jiyana xwe ji dest da. 

Gora hejmara 13 û 14: Hasan û gerîlayekî PKK'ê yê  ku navê wî nayê zanîn, cenazeyên wan ji Lelaksedên girêdayê Lîcê hatin derxistin. Di sala 1994'an de jiyana xwe ji dest dan. 

Gorên hejmarên 15,16,17,18,19,20: Cenazeyên 6 gerîlayên PKK'ê yên di ketina qada Gorsê ya girêdayê Pîranê hatin derxistin. Di demên 90'î de di ketina Gorseyê de ketin kemînê û jiyana xwe ji dest dan. 3 jin 3 mêr in. 

Gora hejmara 22: Kawa, ji Mêrdînê ye. Di 1999'an de di koma Koçgirî ya vekişandinê de li herêma Qelexsê ya girêdayê Lîcê jiyana xwe ji dest didin. 

Gora hejmara 24: Zinarîn, di 1999'an de dema di koma Dêrsimê de bû li nêzî gundê Mişkê ya girêdayê Gencê jiyana xwe ji dest dide. 

Gora hejmara 25: Şîrhat, di payîza 1999'an de li nêzî gundê Qelansê ya girêdayê Gencê li Daristana Hirçê de jiyana xwe ji dest da.

Gorên hejmara 26, 27, 28, 29, 30, 31, 32 û 33: 8 gerîlayên PKK'ê yên  di 1993'an de jiyana xwe ji dest didin. Cenazeyan ji Maxmudê hatin derxistin. 

Gorên hejmara 34,35 û 36: Yekemîn hevalê Mahsum (Fesîh Yazici) ji Farqînê ye, 2'emîn Rênas, 3'emîn Baran. Di serê sala 1993'an de li nêzî Xambazê li jêra Kilê Boxayê di encama êrîşa hewayê jiyana xwe ji dest dan. 

Gora hejmara 37: Azad (Azad Ekîncî), 1972 li Êlihê ji dayik bû, di 1992'an de tevlî bû, di 1998'an de li nêzî Şelê Heyda ya girêdayê Heniyê jiyana xwe ji dest da. 

Gora hejmara 38: Celal (Azîz), cenaze ji gundê Karincak a girêdayê Lîcê hate derxistin. Ji Çinarê ye, di 1996'an de jiyana xwe ji dest da. 

Gora hejmara 39: Barzan, ji Bismilê ye. Di 1992'an de di serdegirtina Henî de jiyana xwe ji dest da. Cenazeya wî ji Ziyareta Mezin a girêdayê Lîcê hate derxistin. 

Gora hejmarên 40,41,42 û 43: Yekemîn Cotkar (Nuretîn Alkan) ji Hênî ye. 2'emîn Ramazan Gurbuz (Piling) li Mêrdînê ji dayik bû li Edeneyê beşdar bû. 3'yemîn Metîn Malgirt (Delîl), 4'emîn dibe ku Çelebî Bîlge be. Cenaze ji nêzî gundê Xeylanê hatin derxistin. 1994'an de jiyana xwe ji dest dan. 

Gora hejmara 44: Di 90'î de jiyana xwe ji dest da. Cenazeya wî ji gundê Kurmik a Lîcê hate derxistin. Derheqê wî de agahiyên cuda tune ye. 

Gora hejmara 45: Dîroka şehadetê nayê zanîn. 4 cenaze ji gora tomarî hate derxistin. Cenaze di navbera gundê Dêrgam û Serdê de hate derxistin. Yek ji wan jin 3 mêr in. 

Gora hejmara 46: Di sala 96-97'an de jiyana xwe ji dest da. Cenaze ji Goma Bektaşê hat derxistin. Ji Hezroyê ye. 

Gora hejmara 47: Hevalê Nurî (Salih). Di 1989'an de jiyana xwe ji dest da. Ji navçeya Misircê ya Sêrtê ye. Cenazeya wî ji gundê Şawerdiyan a girêdayê Genc hate derxistin. 

Gorên hejmara 48 û 49: Di sala 1994'an de li gundê Xeylan a girêdayê Genc ê 4 gerîlayên PKK'ê yên jiyana xwe ji dest didin. Ji van cenazeyên 2 kesan hatin derxistin. Navên wan yekemîn Xebat (Mehmet Akkuş) ji Çinarê ye, duyemîn Zinar (Mehmet Şîrîn Înatçi ji gundê Karacalar a Farqînê ye. 3'yemîn Daristan (Raziye Dogandemîr) 1993'an de li Lîcê tevlî bû. Navê yekî jî nayê zanîn. 

Gora hejmar 50: Nav nayê zanîn. Di salên 1995-96'an de jiyana xwe ji dest da. Cenazeya wî ji pişt Dibistana Goma Bektaş hat derxistin. 

Gora hejmara 51: Di 1992'an de li pişt petrola Sumbulan a Lîcê ji hêla polîsan ve tînin û şehît dikin û cenazeyê wî dişewitînin. 

Gora hejmara 52: Di 1995'an de 4 gerîlayên PKK'ê yên li gundê Xindis a Lîcê (li qada Şehît Ferhat) jiyana xwe ji dest daye. Gora tomarî ye.

Gora hejmara 53: Jîr a Rojavayî, di 1994'an de li nêzî gundê Şelê ya Hênî ya Gira Qurnek a Çiya Şelê jiyana xwe ji dest dide. 

Gora hejmara 54: Navê vî hevalî nayê zanîn. Di 1994'an de li Girê Qurnek a Çiyayê Şelê ya Hênî jiyana xwe ji dest dide. 

Gorên hejmara 55,56 û 57: Li warê Heşîn a Çiyayê Şelê ya girêdayê Hênî 3 cenazeyên gerîlayên PKK'ê yên hat derxistin. 

Gora hejmara 61: Cenazeyê ji cihê binê Gira Tapanê ya mezraya Karadere ya Lîcê hat derxistin. Di zivistana 1993'an de jiyana xwe ji dest daye. 

Gora hejmara 62: Ferhat, ji başûra mezin. Di 1998'an de li Ekrakê jiyana xwe ji dest da. 

Gora hejmara 63: Xemgîn (Salîh) di salên 1989-90'an de li gundê Maştak a Lîcê jiyana xwe ji dest da.

Gora hejmara 64: Arjîn (Nalan Alici), di 1999'an de li Xambaz a Akdaxê jiyana xwe ji dest da. Ji Hezroyê ye. 

Gora hejmara 65: Bawer, ji gundê Sayfa ya Bismilê ye. Di 1997'an de li Gira Qurnek a Çiyayê Şelê jiyana xwe ji dest da. 

Gora hejmara 66: Nav nayê zanîn. Bi texmînî di 1994'an de li Gira Qurnekê jiyana xwe ji dest dide. 

Gora hejmara 70: Cenaze aîdê mêrekî ye. Tê gotin ku di navbêra salên 96-98'an de jiyana xwe ji dest dide. Li dora mezraya Cahît a gundê Şelê ya Hênî jiyana xwe ji dest dide. 

Gora hejmara 71: Bi navê Amed, li qada Hasan Deger jiyana xwe ji dest da. 

Gora hejmara 72: Nav nayê zanîn, di salên 1993-94'an de di êrîşa Qereqola Bavan a Darahênê de birîndar dibe li aliyê Ezînan jiyana xwe ji dest dide. 

Gora hejmara 73: Nav nayê zanîn. Di salên 90'î de li dora gundê Evnikê ya girêdayê Darahênê jiyana xwe ji dest dide. 

Gora hejmara 74: Bi navê Rizgar Dêrik, ji Dêrik a Mêrdînê ye. Di 1995'an de li Cimsakê ya Siyabelekê jiyana xwe ji dest da. 

Gora hejmara 75: Welat Dêrik, ji Dêrikê ye. Di 1995'an de li Cimsaka Siyabelekê jiyana xwe ji dest da. 

Gora hejmara 76: Bi navê Zîlan Botan, di meha nîsan a 1998'an de li dora gundê Melekan a girêdayê Darahênê jiyana xwe ji dest da. 

Gora hejmara 77: Jinek a navê wê nayê zanîn, di salên 90'î de li Xeylana Jor jiyana xwe ji dest da. 

Gora hejmara 78: Barzan (Kemal) ji Çinarê ye. Li nêzî gundê Serdê ya girêdayê Hênê di 1992'an de jiyana xwe ji dest da. 

Gora hejmara 79: Nav nayê zanîn. Di 1994'an de li Şêxhemzaya girêdayê Pasurê jiyana xwe ji dest da. 

Gorên Hêjmar 80, 81 û 82: Gora aydî yek jê jin 2 mêr ên gerîlayên PKK'ê ne. Di sala 1992'an de piştî şerê li gora gundê Deşta Eman a Dara Hênê hatin definkirin. 

Gora Hêjmar 88: Gora aydî Harun ê ji Sêweregê ye. Di sala 2011-2012'an de li Qada Gorsê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dabû. 

Gora Hêjmar 89: Gora aydî Rustem ê ji Amedê ye. Di sala 2011-2012'an de li herêma Gorsê ya Pîranê jiyana xwe ji dest dabû. 

Gora Hêjmar 90: Nav nayê zanîn. Di sala 1994'an de li Geliyê Zorê di şer de jiyana xwe ji dest da. 

Gora Hêjmar 91: Gora aydî Celalê Rojavayî ye. Di sala 1996'an de li gundê Tılê yê Liceyê jiyana xwe ji dest da. 

Gora Hêjmar 92: Di sala 1993'an de li Xembaza Liceyê di şer de jiyana xwe ji dest da. 

Gora Hêjmar 93: Navê wi nayê zanîn. Di salên 1995-967an de li GunDê Servê yê Darahênê jiyana xwe ji dest da. 

Gora hejmar 100: Nasnav; Rojbîn , Di sala 1994'an de li gundê Helîsê yê girêdayî Sasonê jiyana xwe ji dest da. 

Gora hejmar 101: Ji mezraya Yekşev a girêdayî Licê cenaze hat derxistin. Agahiyên cudatir nîn in. 

Gora hejmar 102: Aîdî yek ji 7 gerîlayên PKK'ê yên di Sibata sala 1997'an de di navbera Cimsak û Tirmal de jiyana xwe ji dest dan. 

Gora hejmar 103: Tolhildan (Ugur Bîlîr), di sala 2011'an de li qada Şehîd Brusk jiyana xwe ji dest da. 

Gora hejmar 104: Di sala 1994'an de di şerekî li nêzî Riz birîndar dibe û ji bo nekeve dest xwe ji zinar diavêje. Cenaze ji Lêtvuyer hat derxistin.

Goren Hejmar 105 û 106: Di sala 1994'an de li qada Şehîd Remzî li Geliyê Kuvya, li Keladizê di şehadetên komî de jiyana xwe ji dest dane. Yek aîdî gerîlayeke PKK'ê û yek aîdî gerîlayekî PKK'ê ye. 

Gora hejmar 107: Aîdî yek ji 7 heft gerîlayên PKK'ê yên di sala 1999'an de li gundê Mehmê yê girêdayî Licê jiyana xwe ji dest dane. 

Gora hejmar 108: Nasnav: Agir e, ji Mêrdînê ye. Di dawiya sala 1992'yan de li gundê Maştak ê girêdayî Licê jiyana xwe ji dest daye.

Gora Hejmar 110: Aîdî yek ji 7 gerîlayên PKK'ê yên di Sibata sala 1997'an de di navbera Cimsak û Tirmar de jiyana xwe ji dest dane. 

Gorên hejmar 111 û 112: Aîdî gerîlaya PKK'ê ya bi nasnav Rojhan û aîdî gerîlayekî PKK'ê ne ku li qada Gorsê ya girêdayî navçeya Dîcle jiyana xwe ji dest dane. 

Gora hejmar 113: Li gundê Dilbê yê girêdayî Hênê jiyana xwe ji dest daye.