Sekreterê Azadî Mistefa Cuma li xwe mukur hat

Sekreterê Azadî Mistefa Cuma li xwe mukur hat

Sekreterê Partiya Azadî Mistefa Cuma li xwe mukur hat ku çekdarên wan bi dewleta Îslamî ya Iraq û Şam(DAIŞ) û Artêşa Azad re êrîşî gundên Helebê kirine.

Di vîdeoyekê ku li ser Youtub ê hate belavkirin de, sekreterê partiya Azadî Mistefa Cuma li xwe mukur tê û dibêje ku çekdarên Partiyên Yekîtî, Azadî, El-Partî û Pêşverû beşdarî êrîşên li dijî gundên Helebê bûne. Mistefa Cuma diyar dike ku ew nizane partiyên din tabûrên wan ên çekdarî hene yan na. Mistefa Cuma di axaftina xwe de dibêje ku wan niha li ser navê Yekîtiya Siyasî hêzek ji 1500 a çekdarî sazkirine.

Di heman vîdeoyê de Mistefa Cuma dide nîşandan ku ji bilî Hêza Yekîtiya Siyasî hêza wan a Partiyê jî li herêma Efrînê heye û dibêje li herêma bakurê Helebê artêşa Azad jî heye lê hevalên wan herêmê kontrol dikin. Hêjayî gotinê ye ku herêma Mistefa Cuma behsa wê dike gelê kurd li wê herêmê ji aliyê çekdarên dewleta Îslamî ya Iraq û Şam(DAIŞ) û tabûrên Artêşa Azad ve rastî komkujiyan hatin.

Derbarê çekdarên ku li Başûrê Kurdistanê ji aliyê PDK’ê ve hatine avakirin Mistefa Cuma, da zanîn ku beşek ji çekdarên ku behsa wan tê kirin ji nava Artêşa Sûriyê veqetiyane û 3 caran dewreyên perwerdeyê ji wan re hatiye lidarxistin. Cuma, da zanîn ku hêza behsa mijarê niha amadeya ku derbasî Rojava bibe û dê li bin banê Yekîtiya Siyasî de tevbigere.

 Li ser hêza Yekîtiya Siyasî ya li ser erdê Mistefa Cuma îdia dike ku ji sedî 70 gelê Rojava li pey wane û dibêje ku ew li gel balyozxaneya Emerîka ya berê li Sûriyê Robert Ford re runiştine û ji wî daxwaz kiriye ku Emerîka hêzeke leşkerî ya kurdî avabike.

 EM Ê PYD’Ê TUNE BIKIN

 Balkêşe ku Mistefa Cuma  di vîdeoyê de gefan li PYD’ê dixwe û dibêje eger PYD heta ruxandina rêjîmê bi aqil nebe dê wan tune bikin.